Erdogan: Kesek nikarê rê li ber me bigre!
Serokkomarê Tirkiye Tayib Erdogan vekirina Sikra navçeya Yusufeli ya Artvinê de behsa siyaseta ku rêvedibin kir û herweha di beşek axavtina xwe de behsa operasyonên li başûr û rojavayê Kurdistanê jî dikin kir.
Erdogan beşek axavtina xwe de got:
Piştî êrîşa ku 6 kesên bêguneh mirin, me bersiv da û li bakurê Iraqê û Sûriyeyê baregehên terorê serobino kirin, ji bo kesên bi lîstikan bi guherandina navê rêxistina terorê, leşkerên xwe didin kêleka wan û bi vî awayî dixwazin Tirkiyeyê bidin sekinandin, rê nemaye.”
Em nasname, cî û sicîla terorîstan dizanin. Em baş dizanin ku kî terorîstan diparêze, çek dide wan û piştevaniya wan dike. Ji derê sinorê me deverên ku êrîş li me têne kirin , emê êrîşê wan bikin û kesek nikare me bisekinîne. Her cihê pêwistbe emê xeta ewlehiyê çêbikin.
Îro çend roj e em bi balafir, top û firokeyên bêfirokevan li ser serê terorîstan digerin û ya pêwist dikin.