Erdogan ji Esed bi hêviye
Serokomarê Tirkiye Erdogan piştî gera xwe ya 2 rojî ya Riyad û Bakûyê di balafirê da daxuyanî da rojnamevanan û wiha got: “Ez hê jî ji Esed bi hêvî me. Hêviya min heye ku em werin cem hev û bi hêvî me ku têkiliyên Sûriye-Tirkiyeyê bixin rê.”
Erdogan piştî ku ji serdanên xwe yên Erebistana Siûdî û Azerbaycanê vegeriya, der barê pêvajoya normalîzekirina di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de ji nû ve ketîye rojevê. Erdogan di vê derbarê de daxûyanî da.
Erdogan got, “Ez hê jî ji Esed hêvîdar im.” “Hê jî hêviya min heye ku em li hev bicivin û bi hêviya ku têkiliyên Sûriye-Tirkiyeyê bi rê ve bibin. Ji ber ku hewcedariya me bi tunekirina avahiyên terorê yên di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de heye. Yekîtiya axa Sûriyeyê girîng e. Ji aliyê rêxistina terorê PKK/PYD/ê ve yekitiya axa Suriye tê rojevê, bi taybetî jî YPG tehdîd dike, divê Esed vê yekê baş bizane û ji bo ku li welatê xwe hewayeke nû peyda bike û welatê xwe biparêze . “Divê neyê ji bîr kirin ku agir dê bi lez li erdên ne aram belav bibe,”