Cîhan

Erdogan: Îsrail dewletek Teroriste

Serokkomarê Tirkiye Tayib Erdogan tevli kongreyên partiya xwe dibe û peyama dide. Heri dawî Erdogan tevli kongreya AKPê ya bajarê Sivasê bû. Erdogan axavtina xwe de behsa helwesta serokê Amerika di derbarê Qudsê de kir û ew bi tundî rexne kir. Erdogan gotara xwe  de hinek tişt gotin ku wek tehdîtekî bû.Erdogan di vê derbarê de got:“ Emê nîşa wan bikin ku bi hesanî nikarin vê biryara xwe bêxin jîyanê.“ Eve 7 salin li Suriye şerek heye, di van rojan de em hewl didin ku Suriye ji vê krîzî derêxin , me gavên girîng di vê derbarê de avêtin, lê niha li Qudsê pravakasyonek nû derket pêşîya me. Tirkiye  ji bo aşitî û îstikrarê kar dike lê hinek dixwazin me bikşînin nava şerekî de. Hinek hewldidin alema Îslamî di nava hêstirên çavan de bixeniqînin.“Berdewamiya axavtina xwe de Erdogan got:  Daxûyaniya Trump ji bo me tu qîmetê wê tuneye. Ev ji bo me wek tiştek ku tunebê. Tu Qudsê wek paytext ragihînî û balyozgane xwe ji bo Qudsê veguhêhêzî jî qet ne girîng e. Ji xwe em vê qebûl nakin.“Erdogan dibêje: Filistinî mexdûrin û bindestin. Îsrail dewletek dagirkere û qatilê zarokaye. Îsrail dewletek terorist e.

Back to top button