Polîtîk

Erdogan: Ez pêşniyar dikim ku 21ê Adarê wek betlaneyê bê ragihandin

Erdogan di Rewrisma Bîranîna Cejna Newrozê ya 21ê Adarê ya li Navenda Kongreyê ya Haliçê da daxuyanî da û wiha got: “Ez pêşniyar dikim ku 21ê Adarê wek betlaneyê bê îlankirin. Ez wek serokomar amade me pêşnûmeyê pêşkêşî parlementoyê bikim. Werin em wek Tifaqa Gel bi hev ra vê gavê biavêjin.”


Erdogan diyar kir ku wî pêşniyar kiriye ku 21ê Adarê wek cejnê bê îlankirin û wiha got: “Dema ku em kêfxweşiya we bibînin, ger em li vir anketeke raya giştî bikin, hûnê amade bin ku 21ê Adarê wek cejna bihar û biratiyê îlan bikin? Ez wek serokomar amade me pêşniyarê pêşkêşî parlementoyê bikim.

Erdogan got: Cejna Newrozê ne cejna neteweyeke taybet e, cejna hemû erdnîgariya me ye, di serî de Elewî, Sunî, Tirk û Kurd. Newroz sembola herî girîng a çand û dîroka me ya hevpar e.

Back to top button