
Serkomarê Tirkiyê Recep Tayîb Erdogan derbarê civîna li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de ragihand, “dostaniya me li gel Nêçîrvan Barzanî pir cuda ye.”
Recep Tayîb Erdogan di dema vegera ji Ukrayna de û di nav firokeyê de bersiva pirseke derbarê civîna xwe ya li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî da û ragihand, “Nêçîrvan Barzanî hemû hewlekê dide bo çareserkirina pirsgirêka gaza xwezayî û ji min re got, piştî vegerê dê li gel hikûmeta navendî û hemû aliyên pêwendîdar di vê derbarê de gotûbêjan dike.”
Erdogan herwiha got, “Nêçîrvan Barzanî li Bakurê Iraqê (Herêma Kurdistanê) be jî, em gotûbêjê li ser mijarên navendî yên Iraqê jî dikin û me gotûbêj jî kirine. Dostaniya me li gel Nêçîrvan Barzanî pir cuda ye û pêwendiya navbera me di asteke gelek bilind de ye.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja 2 vê mehê li Enqerê bi serkomarê Tirkiyê Recep Tayîb Erdogan re hevdîtin kiribû. Di hevdîtinê de behsa pêwendiyên Kurdistan û Iraqê bi Tirkiyê re hatibû kirin.