Cîhan

Erdogan bo Pizîşkiyan: Tirkiye dikare rola navbeynkariyê di danûstandinên atomî de bilîze

Serokkomarê Tirkiyeyê bi rêya telefonê bi hevtayê xwe yê Îranî re axiftiye û jê re gotiye ku, Tirkiye dikare rola navbeynkariyê di danûstandinên atomî de bilîze.”

Serokatiya Tirkiyeyê îro (Duşem, 16ê Hezîrana 2025ê) ragihand ku, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bi rêya telefonê bi hevtayê xwe yê Îranî Mesûd Pizîşkiyan re axiftiye.

Serokatiya Tirkiyeyê herwesa got, “Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ji hevtayê xwe yê Îranî Mesûd Pizîşkiyan re gotiye ku, Tirkiye dikare rola navbeynkariyê di danûstandinên atomî de bilîze.”

Serokatiya Tirkiyeyê herwesa got, “Serokê Tirkiyeyê di wê peywendiya telefonê de li ser hevrikiyên di navbera Îsraîl û Îranê de, pirsgirêkên herêmî û cîhanî axift.”

Çavkaniya navbirî ron jî kir, “Serokkomarê Tirkiyeyê li ser pêvajoya hevrikiyên navbera Îsraîl û Îranê bi rêberên cîhanê re hejmareke peywendiyan pêk aniye.” Tekez jî kir, “Tirkiye amade ye ku rola hêsankkariyan ji bo bidawîanîna tavilê ya hevrikiyan û vegeriyana ji bo danûstandinên atomî de bilîze.”

Recep Tayyip Erdogan herwesa bal kişand ser girîngiya ku Tirkiye dide parastina aştî û tenahiya deverê jî.

Back to top button