Erdogan behsa kijan gelî dike?
Kovara Almanî Der Spiegel, li ser rewşa Tirkiye û bûyerên heftiya dawî li Tirkiye pêkhatîn nirxandinekî dike. Kovar di derbarê van bûyeran de dibêje ku, “Hefteya bihurî ji bo amadekirina planekî li dijê hukumetê hinek efserên bilind hatin girtin. Bi vê yekê Erdogan darbeyek mezin li beşê laîk yên elîtê Tirkiye da.
Tirkiye fêrî van tiştan bûye, lê vê carê yên hatîn girtin ew kesên ku yên mîrasa Mustafa Kemal diparêzin û yên mistevayek bilind de ne.“ Li gora analîza kovara Der Spiegel, dema ev bûyer bûyin serfermandar Başbug sefera xwe ya Misrê sekinand û Erdogan li Spanya daxuyaniyek da got, ev karê dadweriyêye. Ev yek jî xwînsariya Erdogan nîşan da.
Li gora Der Spiegel, Kemalist bawer dikin ku hukumet dixwaze cumhuriyeta modern hilweşîne. Ji bo vê jî Kemalistên di nav dadweriyê de dixwazin bi awayekî Ak-Partiyê bigirin.
Li gora ku kovar dide kifşkirin, di civîna di navbera Gul, Erdogan û Başbug de pêkhatî, Başbug soz daye ku ew kesên dixwazin înkilaba bikin û plana amade dikin ,wê ji leşker bêne avêtin û leşkerî ji wan pakij bibe.
Berdewambûna analîza xwe de Der Spiegel , dide xuyakirin ku,bûyerên li Tirkiye wek cihbicih kirina demokrasiyê ji teref hinekan ve tê nirxandin. Lê rojenemevanê Tirk Burak Bakdil di derbarê demokrasiya Erdogan de dibêje: “ Ak_Partî hevalên xwe di hemî deverên dewletê de cih kirine. Tenê dixwaze hêzên çekdarên Tirkiye demokratîze bike. Tenê demokratikirina leşkeriyê çi demokrasiye?Dixweyê ev demokrasiya islamiye“ ev yek jî balkêşe.
Ji berî çend salan Erdogan di axaftinek ya xwe de gotibû ku; “ Iktidar di destê gel deye“ Erdogan di vê gotina xwe de raste. Lê pirsek derdikevê holê. Gelo Erdogan behsa kîjan gelî deke?
RojevaKurd