Erbekan ji nû ve bû serokê partiya xwe
Partiya Saadet ya Tirkiye piştî Nûman Kurtulmuş ji bo hilbijartina serokê xwe kongrekî çêkir û di kongreyê de Necmedîn Erbakan bû serokê partiyê.
Erbakan ji ber daxwaza şandeyên xwe bi yek lîsteyê namzetiyê xwe nîşan da û bi 684 deng re bû serokê Partiya Saadet.
Erbakan bi vî awayî di 84 saliya xwe de ji nû ve bû serokê partî û bi awayekî aktîf daket qada siyasetê.
Zarokên Erbakan Fatîh û Elîf Erbakan jî ji bo rêveberiya partiyê namzetiyên xwe nîşan dabûn.
Erbekan berê çend meh daxuyanî dabû ku carekî dî nabî serokê partiya xwe lê ji ber daxwaza serokê dîwanê Yasîn Hatîboglu û şandeyên xwe namzetiya Necmedîn Erbakan jî hat xuyakirin.
Erbakan berê ya ku hate bijartin axaftinek kir û di axaftina xwe de rexneyên AKP kir . Dema ku Erbakan behsa serokwezîrê Tirkiye dikir wek Tayîp binavkiriye.
Erbakan di axaftina xwe de wan tiştan anî zimên : Bûyerên rojên dawiyê lutfekî Xwedayê ye , nabe ku emê milê hîn kes bigrin û biavêjin derva. Her kes cihê xwe girt .
AKP û Saadet çiye emê yek bi yek binîn ziman , ew ferasatê ku niha desthilatdarin berê jî Demîrelê kirin desthilatdar. Pişt re jî lawên me Ozal hat û dawiya dawî jî Erdogan hat. Îro rojekî dîrokiye piştî 9 mehê hilbijartinek heye û emê dakevin meydan û behsa xwe bikin û emê bibin desthilatdar.