Civak

Erbakan serdana Şêxê Menzîlê kir

Serokê Refahê Fatîh Erbakan, serdana yek ji şêxên Cemaeta Menzîl Muhammed Saki Erol kir.

Wêneyên serdanê li ser hesabê medyaya civakî ya fermî ya YRP’ê hatin parvekirin. Di nivîsê de, “Serokê me Dr. Fatîh Erbakan li gundê Adiyamanê Menzîlê çû serdana Wîlayet Seyyid Muhammed Saki.”

Li aliyê din cemaeta Menzîl di hilbijartinên serokkomarî û parlementoya Tirkiye de, dabûn zanin ku, ewê piştgiriyê bidin Tifaqa Cumhur. Di daxuyaniyê de wiha hat gotibûn: “Em girîngiyê didin serpêhatiya serdema krîtîk a derbasbûyî da ku bi lez û bez bigihêjin armancên zelal. Bi vê minasebetê hem di Hilbijartina Giştî ya Serokomariyê û hem jî di Hilbijartina Giştî ya Parlamentoyê de em piştgiriyê didin Tifaqa Cunhur.”

Back to top button