Polîtîk

Ensarîoglu: Hûn nikarin nirxên Kurdan tune bikin

Wekîlê Amedê yê AK Partiyê Galîp Ensarîoglu di derbarê nîqaşên li ser Şêx Saîd de wiha got: “Şêx Saîd alim e, ramanwer e. Bi rastî jî ev zihniyeta nijadperest dibe sedema parçebûnê. Divê tu kes Kurdan bi cudaxwaziyê tawanbar neke “. 

Nîqaşa li ser navê Bûlvara Şêx Saîd a li Amedê berdewam in.  Partiyên wek Partiya Serkeftin û Partiya Welat li ser mijarê gelek caran daxuyanî dan û mijar anîn rojeva Meclîsê. 

Teşkîlata Parêzgeha Amedê ya Partiya Komunîst a Tirkiyê (TKP) jî bi daxuyaniyek nivîskî ket nava mijarê û li dijî navê Şêx Saîd derket.

Li gel ku di derbarê nîqaşên li ser Şêx Saîd partiya desthilatdar AKP  daxuyaniyek fermî nedabe jî, Parlamenterê Amedê yê AKP Galîp Ensarîoglû têkildarî mijarê ji İlyas Akengin û Amîdahaber re axivî.

 ‘Hûn nikarin nirxên Kurdan tune bikin’ 

Galîp Ensarîoglû anî zimên ku nirxê Kurdan nayên tunekirin û wiha got: “Şaredariya Bajarê Mezin sala borî navê Abdülkadir Aksu li kolanekê kir. Aksu nirxekî Amedê ye. Ew navek e ku ji bo bajêr tiştên baş kiriye. Dîsa ji Sezai Karakoç bigire heta Mehmet Uzun û Cîgerxwîn navên kesên ku ji bo Kurdan bi qîmet in li kolanan hatin kirin. Ev tiştekî xwezayî û normal e“.

‘Xwedê wî wan haş bike’

Ensarioglû anî zimên ku, “Xwedê nîjadperestan haş bike” û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Şêx Saîd navek û kesayetiyek e ku her kes li herêmê qedr û qîmetê didiyê. Hinek bûyera ku di sala 1925an de li Dîcleyê dest pê kir wek serhildan û hinek jî wek provokasyon dinirxînin. Şêx Ssîd alim û ramanwerekî mezin e. Cudaxwaziya mezin zîhniyeta nîjadperest e. Divê tu kes Kurdan bi cudaxwaziyê tawanbar neke. Ev cudaxwaz in dixwazin bi vejandina êşên berê welêt bikşînin nav kaosê. Ev welat ji nijadperestan zêdetir welatê Kurdan e”.

Back to top button