Polîtîk

ENKS tekeziyê li ser çespandina mafên Kurdan di destûra Sûriyayeke nenavendî de dike

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê civîna xwe ya giştî li dar xist.

Li gorî daxuyaniyekê ji ENKS, yekem civîna xwe piştî ketina Rêjîma Esed a stemkar li dar dixe.

Naverok

Civîn li ser hejmarek xal rawestiya, ji wan, kar ji bo avakirina Sûriyayeke demoqrat, piralî, nenavendî ku mafên Kurdan di destûra nû û mafên hemû Sûriyan li xwe bigire. ENKS tekezî li ser çespandina mafên Kurd di destûra Sûriyayeke nenavendî de kir.

Yekrêziya Kurdî

Di civînê de her weha tekezî li ser giringiya diyaloga Kurdî û yekrêziya Kurdî bê destêwerdanên derve ji bo parastina mafên miletê Kurd hate kirin.

“Nerîna me ya rast bû”

ENKS got jî nerîna me ji destpêka şoreşa Sûriyê ya rast bû, ku me vexwendina Beşar Esed red kir û em tevlî opozisyonê bû, em ê karê xwe berdewam bikin.

Civîna ENKS amaje bi girîngiya peywendiyan bi welatên herêmî û yên peywendîdar re derbarê çespandina mafên miletê Kurd di Sûriyaya pêşerojê de, kir.

ENKS derencamên civîna wezîrên derve yên hin welatên Ereb, Yekîtiya Rwropî, Turkiyê û şandiyê navdewletî Pederson, li welatê Urdinê kir.

ENKS spasiya serok Barzanî dike 

Civînê spasiya serok Mesûd Barzanî li piştevaniya gelê Kurd li Sûriyê û pêşwaziya penaberan ji destpêka şoreşa Sûriyê ji sala 2011an ve kir.

Back to top button