CivakPolîtîk

ENKS: PYD ji bo jiyan û saxiya girtiyan berpirsiyar e

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di daxûyaniyekî de dibêje:Di hefteya borî de 8 endamên Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) ji aliyê Asayişa Rojava ve hatine girtin.Emîndariya Giştî ya ENKSê di daxuyaniya xwe de ragihand ku, Asayişa Rojava di heyama hefteya borî ve 8 endamên PDK-Sê li deverên Çilaxa û Aliyan ve girtine. Ew jî ev in:

  • Ebdilrehman Tehlo: Endamê Encûmena Şaxê ya PDK-Sê, ji gundê Şebek.
  • Azad Elî Mile Ebdo: Endamê Encûmena Şaxê ya PDK-Sê, ji Çilaxa.
  • Reşîd Hesen Ebdo: Endamê Encûmena Şaxê ya PDK-Sê, ji gundê Batirzanê.
  • Ebdo Şiro: Endamê Encûmena Şaxê ya PDK-Sê, ji gundê Lodika.
  • Mutîh Remedan Seyd Omer: Endamê Encûmena Şaxê ya PDK-Sê, ji gundê Zexîra.
  • Mihemed Seîd Yûsif: Ji Girkê Legê.
  • Casim Bilê: Endamê Encûmena Herêmê ya PDK-Sê, ji gundê Şebek.
  • Fayiz Mihemed Mutih: Endamê Encûmena Şaxê ya PDK-Sê, ji gundê Gerziyareta Çolê.

Herwiha ENKSê di daxuyniya xwe amaje bi girtiyên berê yê partiyên ENKSê kir jî, ku ji ber beşdariya wan di merasîma oxirkirina cenazeya Şehîdê Pêşmerge Hebîb Qedrî de hatine girtin. Herwiha Partiya Yekîtiya Demikratîk (PYD) ji ber jiyan û saxiya wan berpirsyar e.ENKSê ragihand jî, ku siyaset û kiryarên PYDê li hember partiyên ENKSê, li dijî perensîpên azadî û dîmokratiyê ne û siyaseta PYDê nikare rê li ber xebat û qurbanîdana ENKSê bo dabînkirina mafên Kurd yên netewî û niştimanî, bigire.ENKSê banga civaka navdewletî û partiyên Kurdistanî kir, da ku fişarekê li PYDê bikin, ji bo dev ji van kiryarên dijeyatiya ENKSê berde û hemû girtiyên siyasî azad bike. 

Back to top button