Cîhan

ENKS li Amerika rewşa Kurdistana Rojava gotubêj dike

Şanda ENKSê bi serokatiya Serokê Ofîington sa Pêwendiyên Derve ya  Kamîran Haco li Waşingtonê hevdîtinek bi Berpirsê Ofîsa Wezareta Derve ya Amerîka û Rêvebirê Karûbarên Rojhilata Navîn di wê wezaretê û herwiha nûnerên Ofîsa Bret McGurk ê Nûnerê Serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletî de pêk anîn.ENKSê ragihand, ku herdu aliyan li ser wê yekê tekez kirin ku êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê rewşa Sûriyê aloztir dike û divê şer were rawestandin û rê li pêş çareseriya siyasî vebe.Li gorî daxuyaniya ENKSê, şanda ENKSê di hevdîtinên li gel rayedarên amerîkî de, di derbarê îdareyeke nû ji bo Rojhilatê Firatê (Rojavayê Kurdistanê) de jî gotûbêj kirin, ku Amerîka amadekariya wê dike.Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê destnîşan kiriye, ku rayedarên Amerîkî di hevîtinan de tekez kirin, ku divê nêrîna ENKS jî were standin û di nava wê îdarê de cih bigirin. Di beşeke din a daxuyaniyê de hatiye gotin, ku şanda wê encûmenê di hevdîtinan de tekezî li ser vegera koçber û penaberên Rojavayê Kurdistanê û herwiha vegera Pêşmergeyên Rojava bo ser axa xwe kirin û dane xuyakirin, ku ew pêngav dê rewşa siyasî û seqamgîriya li herêmê asayî bike û herwiha dibe garantî ji bo çêbûna hevsengiyê di rêvebirina herêmê de. ENKSê diyar kiriye, ku şanda wê herwiha tekezî li ser pêwîstiya liberçavgirtin û parastina taybetmendiya kurdî ya herêmên Kurdî yên li Sûriyê jî kiriye.

Back to top button