PolîtîkRojev

ENKS: Em ji bo danûstandinan amade ne

Endamê şanda danûstekar ya  Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Feysel Yusif ji Rûdawê re ragihand, wan ji Şanda Amerîka ji bo Rojavayê Kurdistanê û Fermandarê Giştî yê HSDê daxwaz kiriye ku danûstandin li ser bingehên sereke ava bibin û ew lihvekirnên ku bêne kirin, neyên binpê kirin.

Feysel Yusif dibêje ew ê di van nêzîkan de cardin danûstendin destpê bikin lê demek ji bo destpêkirina diyaloge nehatiye destnîşankirin û tu pirsgirêk derbarê danûstendinan de nîne, lê ew garantiya wê yekê dixwazin ku cardin binpêkirin derheqê ENKSê û çalakiyên wê de neyên kirin.

ENKSê dibêje ku PYNK sozên xwe yên berê binpê kirine, wan lîsteyek derbarê binpêkariyan daye aliyên Amerîkî û Mazlûm Ebdî.

Feysel Yusuf di derbarê armanca danûstendinan de wiha got “wek ENKS me ti carî kelem dananiye pêşiya danûstendinan. Meseleyek stratejî ENKS eger rekftinek hebe yek helwesteke Kurdi hebe, berjewendiyê milettê me tê de hene. Di vê asta ku Sûriye tê de derbas dibe, rêveberiyeke Amerîkayê ya nû tê, em dixwazin rojek zûtir em bikevin rêkeftineke.”

Feysel bal kişand ser giringiya rêkeftinê û got “Ev derfeteke heye, Sûriyeke nû ava dibe. Dê destûreke jê re were dayîn, her pêkhateyek tê de hebe, em dixwazin yek helwesteke Kurdî hebe, bila ew yek helwest em dengên xwe bi hevdû re bi navê miletê Kurd li ser masên navdewletî danûstendinê bikin.”

Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), Mezlûm Ebdî (Kobanî) piştgiriya danûstandinên Kurdî-Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê dike û yek ji aliyên garantor ên wan danûstandinan e.

Amerîka û Herêma Kurdistanê jî du aliyên din in ku piştgiriya diyaloga di navbera ENKS û PYNKê de dikin.

Nûnerê Amerîkayê bo karûbarên Sûriyê David Braunstein demek beriya niha serdana Başûrê Kurdistanê kiribû û li gel rayedarên Herêma Kurdistanê û serok Barzanî li ser destpêkirina diyaloga navbera aliyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê axivîbû.

Piştre David Braunstein serdana Rojavayê Kurdistanê kir û bi cuda li gel şandên ENKS, PYNK û rayedarên Rêveberiya Xweser hevdîtin kirin. Di wan hevdîtinan de dîplomatkarê Amerîkî destpêkirina xuleke nû ya danûstandinan gotûbêj kir.

Back to top button