Polîtîk

ENKS cardin ofisa xwe li Qamişlo vekir

Piştî 4 rojan li ser girtina nivîsgeha Emîndariya Giştî ya ENKSê ji aliyê Asayîşa PYD ve, careke di endam û serkirdeyên ENKSê nivîsgeha nivîsgeha  xwe vekirin.Endam û serkirdeyên ENKSê derbarê piştî ku ofisa wan li Qmişlo hatî girtin cardin  bi tevlûbûnen girsehî Ofisa xwe vekirin.Wek tê zanîn ji berî niha demekî ofîsa ENKSê li Qamişlo ji aliyê çekdarên PYDê ve hatibû girtin. Lê cardin vekirin .Ofîsên ENKSê gelek cara li Kurdistana Rojava dibe armanca çekdarên PYDê , têne şewitandin û girtin. Lê her care endam û rêveberên ENKSê ofisên xwe vedikin.Endamê Emîndariya Giştî ya ENKS Mihsin Tahir ji K24ê re ragihand ku, ewê di vekirina hemî navendên ENKSê de berdewam bin û diyar kir jî ku di demek wiha de pêwîstî bi yekrêziya Kurdî heye, ne girtin û qedexekirina kar û xebatên partiyên siyasî.Herwiha Tahir got, destê ENKSê ji bo yekrêzî û rêkxistina navmala Kurdî dirêj e, lê girtina nivîsgehan nakokiyên siyasî li Kurdistana Sûriyê gur dike. 

Back to top button