Cîhan
Eniya Aşitî û Azadiyê serdana Rusya kir

Eniya Aşitî û Azadiyê bi şandekî sardana Moskova paytextê Rusya kir. Wek tê zanên Eniya Aşitî û Azadiyê ji ENKSê , Ereba û Aşûriya pêktê. Şanda Eniya Aşitî û Azadiyê bi serokatiya serokê Eniyê Ehmed Cerba sardana Rusyayê kir. Di şanda Eniyê de bi nave ENKSê berpirsê pêwendiyên derve Kamîran Haco cih digirt.
Şanda Eniyê li gel wezîrê Derve yê Rusyayê Lavrov re civînek pêkanîn û Piştre ji li ser xwarinê de li gel cigirê wezîrê Derve yê Rusyayê Mihail Bogdanov re hatin ba hev û li ser xwarinê de gotubêjek berfireh hate kirin.
Di hevdîtinan de bi giştî li ser prosesa siyasî ya Sûrî bi giştî axaftin çêbû û herweha li ser Rojhilatî Ferat û pêşketinên nû û riyên çareseriyê axaftin çêbû.