Civak

Enfal rûpeleke şermezariyêye li ser eniya dijminan

Serokê Kurdistanê Mesud Barzani bi minasebeta 29 saliya Enfalê, jenosîta kurda daxşyaniyek ragihand.Daxûyaniya Barzani:Bi navê xwedayê mezin û dilovanLi bîst û nehemîn salvegera destpêkirina lehiya enfalê ya li dijî zarok û gedeyên gelê me, hezaran silav ji bo canê pakê şehîdên enfalan û hemû şehîdên Kurdistanê re dişînîn û serxweşiyê li malbat û kesukarên serbilindê qurbaniyên karesata enfalê dikîn.Enfal rûpeleke şermezariyêye li ser eniya dijminan û cîhanê û birînekî bi êşe jî li ser laşê mirovayetiyê, bi taybetî jî ewên li beranber vê karesatê da bêdengiyê hilbijard. Pêwîste hewlên bi jenosayd nasandina enfalê li ser asta cîhanê berdewam bin û bigihin encam. Tekez jî dikîn ku dewleta Iraqê berpirsiyare li qerebûkirina kesukarên serbilindê enfalkiriyan. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî berdewam bê li hewlên xwe yên ji bo vegerandina termên pîrozê hemû şehîdên enfalê ji bo axa niştîman û pêwîste bi baştirîn awayî xizmeta malbatên şehîdên enfalan bê kirin.Enfal û ew hemû tawanên dijî zarok û gedeyên gelê me û axa Kurdistanê hatine encamdan, belgeyên zîndîne ji bo rewayî ya maf û daxwaziyên me û nabê ew hemû qurbanîdane bê encam bê û baştirîn wefa ji bo xwîna şehîdên me dabînkirina paşarojeke azad û serbixweye û eve take mîsogeriye ku êdî gelê me nekevê ber êrîşên dûbarebûna wan tawanên di derbarê me de hatine encamdan û hemû pêkhat li bin ala Kurdistanê da bi birayetî û aramiyê de bijîn.Mesûd Barzanî14.04.2017

Back to top button