Civak

Endamên nû yên Dadgeha Bilind sûnda yasayî xwar

Li gor yasaya desthilatên dadwerî li Herêma Kurdistanê ya jimare 23 sala 2007ê û li gor yasaya dabeşkirina desthilatên serokaiya Herêma Kurdistanê bi ser saziyên destûriyên Herêma Kurdistanê ya jimare 2 sala 2017ê, êvariya roja pêncşemê 02.08.2018ê li bajarê Hewlêrê, di merasimekê de li pêş Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, 10 dadweran sûnda yasayî xwar û li şûna 10 dadwrên berê ku teqawîd bûne, bûne endamên Dadgeha Temîzê li Herêma Kurdistanê.Piştî sûndxwarinê, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û serokê Dadgeha Temîzê bi wekalet, pîrozbahî li endamên nû yên dadgeha temîzê kir û jê re serkeftinxwest, herwesa, sipasiya û destxweşî li dadwerên hatîne teqawîdkirin kir. Serokwezîr tekîd li ser meziniya berpirsiyaretiya dadweran ya ji bona parastina maf, azadî û serxwebûna desthilatên dadweriyê û hevahengiya her du desthilatên bicîkirina dadwerîyê ji bona serweriya yasayê kir.Di merasima sûndxwarinê de, Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr û hijmareke berpirsên hikûmetê amade bûn.

Back to top button