Encama şerê pirdê
Çekdarên Heşda Şeibî li bajarokê Pirdê 6 caran êrîşî Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kirine û di encama wan êrişan de 118 çekdarên wan hatine kuştin.Li gorî agahdariyên Rûdawê ji nexweşxaneyên Kerkûkê berhev kirine di pevçûnên Pirdê de 118 milîsên Heşda Şeibî hatine kuştin. Herwiha di şerê Pirdê de 6 pêşmerge şehîd bûn û çend jî birîndar bûne.Di pevçûnê Pirdê de Fermandeyê Pêşmerge Serheng Xazî Dolemerî jî şehîd bûye û paş xwe jê 4 pêşmerge 6 zarok hişt.Piştî vekişîna Hêzên Pêşmerge ji Kerkûkê û kontrolkirina wê ji aliyê Heşda Şeibî û hêzên iraqî ve, duh Înê 20ê Cotmeha 2017ê wan hêzan li bajarokê Pirdê yê girêdayî parêzgeha Kerkûkê ku dikeve navbera Kerkûk û Hewlêrê, êrişî Hêzên Pêşmerge kirin û hewl dan, ku ber bi pêş ve bên, lê belê Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiv dane êrişên wan û di encamê de şerekî giran di navbera wan de derket.Fermandeyiya Giştî ya Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê duh derbarê şerê li Pirdê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir û têde ragihand, ku hemû êriş hatine têşikandin û derdora 20 tank û wesayitên leşkerî Hummer hatine jinavbirin.Di xalên pevçûn rû dide de Hêzên Peşmerge sengerên xwe qehim kirine.Piştî ku Hêzên Pêşmerge bi awyekî tund bersiva êrişên Heşda Şeibî da û ew êriş pûşkirin û welatên zilhêz ji hêzên iraqî xwest ku tevgerên xwe li wan herêman bidawî bikin.