Emê kontrola dewletê deverên di bin destê kurdan de ava bikin

Serokê suriye Bişar Esad hevpeyvînek ya xwe de li gel kanala fermî ya Suriye, da xûyakirin ku, ew hewldidin otoriteya dewletê li deverên ku di bin kontrola kurdan de ji nûve ava bikin.

Esad dibêje ku ewê bandora dewletê qonax bi qonax avabikin.Di vê derbarê de Esad got: Bûyerên ku rûdidin dibe sedemek ku em her tişta ku dixwazin di qonaxekî de pêknaynin.Lê ez bi hêvîme ku emê axa welatê xwe hemûyê azad bikin. Em li bakurê welatê xwe cardin gav bi gav bandora xwe ava dikin, lê dê emê rêzê li guhertinên ku li ser axê payda dibin jî bigrin.

Tê zanîn ku sala 2012ê hêzên Suriye ji rojavayê Kurdistanê vekişîyabûn û dever kirin di bin kontrola YPGê de.

YPGê heta niha arîkarî ji Amerikayê werdigirt, lê piştî êrîşa Tirkiye Amerikayê xwe ji herêmê vekişand. 13ê Oktoberê YPGê li gel rejima Suriye li hevhat û kontrola herêmê radestî rejima Suriye kir.

Bişar esad dibêje ku, emê ji YPGê bixwazin ku çekên giran hemûyê radestî rejimê bikin. Kontrolkirina deverên sinor ji aliyê Tirkiye û Rusyayê ve tiştek qatîye û dê hemû bikevin di kontrola dewletê de.

Gotinên Esad di derbarê Tirkiye de jî balkêşbûn. Esad heta niha Tirkiye wek welatek dijmin bi nav dikira. Lê niha dibêje ku em naxwazin dewletek cîran wek Tirkiye bikin dijmin.

Di derbarê rewşa Idlibê de jî Esad dibêje: Ji bo em cardin kontrola hukumetê li devera Idlibê pêkbînin ne hewceyê şerên mezine. Dê ev yek hêdî hêdî pêkwerê.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: