CîhanRojev

Emê bi tundî bersiva her êrîşekî li ser Îsrail bidin

Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Benny Gantz di axavtinek a xwe de dibêje:Îsraîl wê êrîşî Lubnanê bike û Lubnan wê baceke giran bide.

Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Benny Gantz, di rewrisma bîranîna 73 serbazên Îsraîlî ku di sala 1997ê de, encama ketina firokeyeke Îsraîlê li başûrê Lubnanê jiyana xwe ji dest dabûn axivtinek kir.

Gantz di axavtina xwe de got: Em bi tu awayê rê nadin,Îran û milîsên Hizbullahê Libnanê bikin dewletek a terorê. Li himber her êrîşek li ser Îsraîl, emê bi tundîbersivê bidin û dê Libnan bacekî giran bide. Îsraîl rê nade Hizbullaha Lubnanê û milîsên Îranê li ser sînorê Îsraîlê bi cî bibin.

Benny Gantz behsa hewla Sekreterê Hizbullahê Hesen Nesralla ya arastekirina mûşekên Îranê bo Îsraîlê jî kiriye û dibêje Hesen Nesralla baş dizane ew hewla metirsiyeke mezin durist dike ji bo xelkê Lubnanê û divê hikûmet berpirsiyariyê werbigire.

Back to top button