Cîhan

Emê bersiva rejima Suriye bidin

Li Suriye hêzên rejimê bi çekên kimyawî êrîşê devera Duma kirin. Gelek kuştî û birîndar çêbûn. Karanina çêkîn kîmyawî di serî de Amerika û welatên YE gelek aciz kirin. Heta li gora daxûyaniya Rusya Îsrail êrîşek bir ser balefirxaneyek leşkerî nêzikî Şamê.Serokê Amerikayê gelek bi vê bûyerê aciz bû. Amrika û Almanya li ser vê mijarê li gel serokê Rusyayê Putin axavtin.Serokê Amerika Trump da xûyakirin ku, Amerika di 48 demjimêrî de helwesta xwe li himber Suriye dide kifşkirin.Ihtimalek mezin heye ku Amerika li dijê rejimê tevgerek leşkerî bike. Heta radeyekî Amerika li Suriye dikare êrîşê hêzên Îranî jî bike. Ev pirs tê gotubêj kirin. Tê zanin ku li Suriye şerek sar di navbera Rusya û Amerikayê de heye.Hêdî li Suriye pirs ji pirsa şerê li dijê DAÎŞê derketiye û ber bi pêvajoyek nû ve diçe. Rusya ,Îran û carbicara Tirkiye li gel hev hereket dikin û siyasetek hevbeş li Suriye rêve dibin. Amerika li gel hêzên hevpeyman siyasetek cuda rêve dibin.Tirkiye her çikas li dijê rejima Esad derdikevê jî, lê li gel Rusya û Îranê peyamek ragihand ku ew rejimê wek desthilata meşru dibînin. Di demjimêrên pêşiya me de li gora helwesta Amerikayê dê pêşeroja Suriye jî bi awayekî kifş bibe.  

Back to top button