Em te nakin serok
SENİ BAŞKAN YAPTIRMAYACAĞIZ!
“EM TE NAKINE SEROK Û BI TE RE NARÛNIN”
Wexta ku Qandîlê ji Silhettîn Demirtaş re gotin : “Bi Erdoxan re nerûne û nebe şirîkê hûkûmetê, wan ku qey emê heta hetayê li Qendîlê wekî Siltanê Osmanîya emê bijîn.
Ez tu cudabûn ê di sîyaseta Demirtaş û Duran Kalkan de nabînim. Yek ji vî rexî ve derba li Kurda dixê û êdin ji alyê dî ve derba li Gelê Kurd dixin! Bê çawa ew ajalê li Afrîka ji wan ajalê goşt xwer re nêçîrin Kurd jî eynî wisa ne, ji Tirka û Ereb û Persa re nêçîrin. Ê Silho te çi bi serê xwe kir û bi serê gelê xwe kir?
Pêşî di dawîyê bi fikre û nûka peyva xwe bêje. Ku tu di dawî wê çi bibê tu hesab nekê tuwê bikevê bîra çilgaz. Hema wê xoleka ku tu dinavde germ bûyê hema çi hat ber devê te tu bêje, wî wextî tu nabê sîyasetvan tuwê bibê golikvan!
Ez bitere narûnim li ser masê, nel hundur û ne jî li der, bi tere şirîkatî nakim. Wexta ku tu wisa bêje kesekî eceba ewê çi bersivê bidê te? Û Bi çi çavî lite û gelê te binerê? Yaho îdî hûn gazina ji Erdoxan nekin we cîyê gazinê nehişt û tiştik didestê Erdoxan de nemaye di derheqa Kurda de. Piştî ku Silhettîn Demirtaş Erdoxan mejbûrî Baxçelî kir qedera gelê Kurd da dest Bexçelî MHPê, MHP ji li derba Kurda ne dîn heye û ne îmane heye, ev derfet jêre hat, ma îdî disekinê ku jê werê wê Kurda daqurtênê.
Ma ev peyv di cîyê xwedebû? Na keko ev peyv ne di cîyê xwedebû xelet bû. Silhettîn Demirtaş ma tu li heqê Kurd digerê, an tu berberîya Erdoxan dikê? Ku mefê me bidin m e, me çi ji Tirkê Alawîye? Yanî ku mafê Kurda bidin jî, ku Erdoxan li ser hukum bê hûn qebûl nakin. Yanî Apocû HDPe pêşî divê ku mafê Elawîyê Kemalîst bicî bikin û dûvre li mafê Kurda bipirsin; hema ez nizanim di heqê we de ez çi ji we re bêjim?
Ê wellahî Kurd û Kurdîstan di proja wan de nîne, di fikrû ramanê wan de nîne, di qeyd û defterê wan de nîne, di xwnû xeyalê wan de nîne Kurdî tî tune. Heta ew mîjîyê Ku Xweda kirîye serê wan de, ew mîjîyê xwe dinava paçikkî de girêdan e û avêtne qurçikkê. Bi wî mîjîyê ku dijmin kiriye serê wan de, bi wî mîjîyê dimeşin! Bi wî mîjîyê Xweda nameşin û nafikirin.
Belê Demirtaş tu bi Erdoxan re narûnê tuwê bi kê re rûnê? Te ewqas keda Gelê Kurd berda bi avê de. Tu nema di jiyana xwe û gelê Kurd de 80 millet vekîlî dibê wê miclisê û tu nema 106 beledîye bi dest bixê. Te ew derfet ji destê xwe û Gelê Kurd berda. Heger ku te bigota Erdoxan, were em bi hev re hukumetê çêkin teyê çend wezîr jê sitandibana, bi hindkayê nîvê daxwazê Kurda wê bidana û hin bi hin emê pêde çûbane.
Lê mixabin û sed mixabin te û Apocîye te, we li heqê Kurda pêşî nepirsî we li heqê Alawîyê Kemalîst pirsî. Bo çî meznê we û rêvebirê we Alawî bûn, ne Kurd bûn, û niha jî Alawîne. Silhettîn Demirtaş meznê wi Alawîne û meznê Qendîlê jî Elawîne û meznê Apo jî ew Alawîyê Kemalîstin, we mala Kurda xerakir, we çira Kurda tefand.
Xeberkî pêşîyan heye dibê heft kurê Pûnê hebûn qencê wan qûnek bû! Ev sîyasetmedarê men e van şaşîyan dikin ka em çi bikin? Nihaka li SÛRÎYE jî tişkî ku bahwerî pê werê tune, ew Pozisyon’ne bê çiye ferqa wê û başar Esad tune; PYD jî çêlîka Esad a ji nava Kurd dijminê Kurde. Ev bûye nexweşîyeke ku dermanê wê nayê dîtin, bûye penceşêr.Li Tirkî temamê Alawîya ketine dewrê de bilez û bez Kurda bi bîşaftin dikin asîmîle dikin heger ku ji xafilde tiştin çênebin wele emrê Kurdê Tirkî ma pîst sal wê têk herin. Hem li dinyayê û hem li axîretê wê îflas bikin miflis bibin.
Wextê ku Rus êrîşî Osmanlî kirin Kurd di pêşîyê de bûne bend û sed. Rus hatin heta bi kevrê qul Betlîsê, xityara bahs dikirin. Îca carekê min di nivîsekê de xwend generalekî Rus: “Yaho min tiştê ecêb li welatê Kurda dîtin”. : “Hinek ji Eşîran zêde tundbûn bi me re şer dikirin û çiyayê wan asê bûn me nikarî bû ku em wan ji nav bibin. Îca hinik eynî ji wî gelî zimanê wan yek ûrf û edetê wan yek heta yek malbatbûn dihatin digotin me : “ Werin, werin em rê şanî we bikin em dibirin ser cîyê wan ji pişve me wan dikuşt, min ev ecêb jî dît!
Îro jî wekî hingîye tu cuda bûn tune evê ji me bûne edûqewmê me, bûne xaîn miletê me ka emê çi bikin? Yan em çi nekin, em çawa bifesilênin? Li Sûrîye evqas şer û ceng çêbûn Kurda ewqas bedelê giran dan va hin bi hin berbi dwîya şer dire. Lê mixabin ti proje û tu biryarê Kurda dîyar tune ku deynin ser masê û bêjin daxwaza me eve. Heta îro jî tiştik amade nekirne û tuneye! Kuro lawo Dehaş hîn ji we dijwar tir û xedar tir bû. Ma îro Dehaş kanî ji ber çi têk çû? Ji ber ku Netewê yek girtî wan qebûl nekirin têk çûn.
We çend keleşînkof û çend rûket bidest xistine ev valane wê rojek werê ku ew çekê destê we nema bi teqin! Divê ku hingî qelema we tûj û dijwar bê qelem, qelem. Xwe bidene naskirin bi Netewê Yekbûyî bi qewmîtî, ne bi terorîstî tûnddûrawî.
Diciwan Helbest