Cîhan

Em qurbanîyên Holokostê(Jenosîda Cihûyan) Bi Giramî Bibîrtînin

 

Holokost, navê jenosîda ku Nazîyan li Almanyayê li ser Cihûyan(Yahûdîyan) bicîh anî bû

27ê Çileya Paşîn salvegera bi bîranîna qurbaniyên jenosîda Cihûyan e, ku di şerê cîhanê yê duyem de û di navbera salên 1941 heta 1945an de ji aliyê rejîma Nazî ya Almanyayê ve nêzîkî 6 milyon Cihû hatin jenosîd kirin.

Piştî ku Nazîyan jenosîdeke mezin li ser Cihûyan bicîh anîn, di dawîya şerê Duyem ê Cîhanê de, Artêşa Dewleta Yekitîya Sowyetê di roja 27.01.1945an de gelek Cihûyên li Kampa Auschwitzê ji mirinê xelas kirin.

Miletê Kurd jî di dîroka xwe de bicaran tûşî jenosîdan bûye. Miletê Kurd êş û jana jenosîdê baş dizane.

Bi hêvîya ku tu milet tûşi jenosîdan nebin,em di salvegera Holokostê de 6 milyon qurbanîyên Cihû(Yahûdî) yên ji alîyê Nazîyan ve hatine qetil kirin bi giramî bibîr tînin û em Naziyên faşîst careke din rûreş dikin.27.01.2020

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

 

 

Back to top button