Em pêşmergeyên qehreman pîroz dikin
Ji Raya Giştî ya Kurdistanê re
Têkoîna netewî piralî ye û gelek zehmetiyÃên wî hene. Ji bo serkeftinê di serî de bawerî, bibiryarbûn, wêregî, fidakarî û yê herî girîng heskirina welat divê.
Di vê pêvajoya ku li hember terorîstên DAÎŞê de bûerên giran diqewimin; Pêşmergeyên qehreman bi bawerî, bibiryarbûn, wêregî, fidakarî û heskirina xwe yê welat serkeftinên mezin bi dest xistin. Serkeftina wan a herî dawî, mizgîniya rizgarkirina Şingalê bû ku teva miletê Kurd li bendê bû.
Em hemû Pêşmergeyên qehreman û canfîda pîroz dikin ku tim ji bo parastina axa Kurdistanê amadene û bêwestan şerê terorîstan dikin. Em bi wan serbilind in ku vê xurûrê bi me dan jîyandin.
Em Serleşkerê Artşa Kurdistanê Birêz Mesûd Barzanî pîroz dikin ku tim li eniya şer bi Pêşmergeyên qehreman re bû û dema miletê Kurd nerehet bû ew jî neû nav rehetiyê.
Di vê pêvajoyê de xeynî şerê Pêşmergeyên qehreman ê berbiçav, xebateke ji çavan dûr lê herî kêm bi qasî şerê li hember terorîstan girîng hebû. Em wî qehremanê ku ji çavan dûr ji bo welatê xwe bê westan xebitî pîroz dikin. Em Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçirvan Barzanî pîroz dikin ku ji bo li hember teroristên DAÎŞê piştgiriya cihanê bigire xebateke gewre ya dîplomasiyê kir.
Em di heman demê de ji ber derew û bêbextiya wan çapemeniya PKKê û ji ber li hember vê bêehlaqiyê bêdeng dimînin partî û rêxistinên siyasî şermezar dikin. Em dizanin ku van derewan tev ji bo sîbankirina serkeftinên Pêşmergeyên qehreman in.
Me ji bîr nekiriye û nakin jî ku berî êrişên Şengalê dîsa alîgirên PKKê pankarta ku li ser “El-Nusra û El-Barzanî” dinivîsand bilind kirin. Em ji bîr nakin ku dîsa çapemeniya PKKê xendekên ku ji bo terorîstên DAÎŞê hatine kolandin ji bo xwe bi kar anîn û li hember Partiya Demokrata Kurdistanê kirin alavê propagandayek qirêj.
Em dîsa dizanin ku nûçeyên niha li ser rizgarkirina Şingalê tên belavkirin jî berdewama wan nûeyan in û armanca wan jolî kirina destekftiyên Kurdan û têkbirina van destkeftiyan in. Ji ber ku temamê çapemeniya PKKê bi sîstemekê di destê dijmin de bi rê ve dije û ji dijmin xerabtir kar dikin.
Em bi rizgarkirina Şingalê gelkî kêfxweş û serbilind in. Hêvîdar in di demek nêz de heman serkeftin li Kobanî jî bi dest bikeve.
Em hêvîdarin ku hemû Kurdên serxwebûnxwaz dest bidin hevudû û yek leşkerekî dijmin li ser axa Kurdistanê nehêlin, li her çar perçeyên Kurdistanê.
Tevgera Ciwanên Kurdistanê