Em palpiştê pêşveçûna prosesa aştîyê ne
Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî bi minasebeta encama hilbijartinên parlementoya Tirkiye peyamek belav kir. Di peyama xwe de serokê Kurdistanê behsa pêwistiya pêvajoya aşitiyê dike. Peyama Mesud Barzanî serokê Kurdistanê: Bi navê Xwedayê mezin û dilovanBi minasebeta biserkeftina hilbijartinên Parlamentoya Tirkiyeyê pîrozbahiyên xwe pêşkêşî gelên Tikiyeyê û hemî partiyên ko beşdarî hilbijartinan bûn dikim. Serkeftina van hilbijartinan belgeya wê yekê ye ko demokrasî li Tirkiyeyê gihîştiye asteka bilind ya pêgihiştinê.Gelek jî kêfxweş bûm ko kurd cara yekê di atmosfereka demokratîk de bi rêya partiyeka siyasî ketin Parlamentoya Tirkiyeyê. Ev ji bo pêşxistina aştî û demokrasiyê destkefteka girîng e. Her bi vê minasebetê jî destxweşiyê li serkirdayetî, endam û alîgirên Partiya Demokratik ya Gelan dikim.Çawa ko em berê palpiştê pêşveçûna prosesa aştî û demokrasiyê bûn li Tirkiyeyê, ji niho û pê ve jî em dê vê piştgiriya xwe berdewam bikin. Hêvîdar im ev destkeft bibe cihê berfirehtirbûn û kûrtirbûna aştî û birayetiyê li Tirkiyeyê û şondewsên sîtemkarî, înkar û cidakariyê nemîne.Mesûd BarzanîSerokê Herêma Kurdistanê8/6 2015