PolîtîkRojev

Em naxwazin Sûriye bibe qada nakokiyên Îsraîl û Îranê

Wezîrê derve yê Rusyayê Sergey Lavrov, di konferanseke rojnamevanî de d xûyakirin ku, dagîrkirina xaka Sûriyê ji aliyê Amerîka ve, dizîna samanên wî welatî û piştevaniya wê ji grûpên çekdar ên cudaxwaz re, li dijî biryara NY ya navdewletî 2254 e.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê dibûje ku, ew naxwazin Amerîka bi darê zorê ji Sûriyê derxînin, lê ew jê daxwaz dikin ku êrîşî bingehên rejima Sûriyê nekin.

Ji berî niha jî Lavrov di daxûyaniyek a xwe de gotîbû: Amerîka hewl dide Sûriyê dabeş bike û dewleteke Kurdî li rojhilatê Firatê ava bike. Herwiha gotibû jî, Amerîka rê nade deverên ku di destê hevpeymanên wê de ne (HSD) vegere bin serweriya dewleta Sûriyê.

Derbarê êrîşên Îsraîlê li ser Sûriyê de, Sergey Lavrov ragihand, ew bi Îsraîlê re di nava pêwendiyan de ne û wan daxwaz kiriye ku Îsraîl êrîşên xwe rawestîne û got: “Rûsya naxwaze Sûriye bibe qada nakokiyên Îsraîl û Îranê.”

Back to top button