Cîhan

Em naxwazin di bin bandora tu welatekî de bin

Serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî hevdîtinek li Bexdayê li gel cîgirê wezîrê bergiriya Amerikayê Patrick Shanahan kir. Piştî hevdîtinê Abdulmehdî daxûyaniyek da û di daxûyaniya xwe de bersiva gotina serokê Amerikayê Trump da.
Ji berî niha serokê Amerikayî Trump gotibû ku, Amerika ji bo rê li Îranê bigre li Iraqê bingehên xwe ava dike.
Serokwezîrê Iraqê di vê derbarê de got: Biryara Iraqê serbixweye, naxwaze ku di bin bandora tu welatekî de be. Abdulmehdî da xûyakirin ku, wî ji Patrick Shanahan re gotiye ku Iraq tu bingehên leşkerî li welatê xwe naxwaze.
Cîgirê wezîrê bergiriya Amerikayê da xûyakirin ku, Amerika ji bo paşdemayên DAÎŞê pakij bike û ji bo perwerdeya Artêşa Iraqê li Iraqê dimîne.

Back to top button