Berpirsê Pêwendiyên Dereve û Berdevkê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Demhat Egîd taybet ji BasNews re ragehand: “Em rê nadin ku boriya gaza serûştî ya Kurdistanê bê gişandin bo Tirkiyê, raste ev pêwendiya wê bi qeyrana darayî û abûtî heye, lêbelê li Kurdistana Bakur şerek heye, komkujî bi sere xelkê ve tên, lêbelê rêkeftinek li ser gaza serûştî ya Kurdistanê tê kirin, ev yek wateya wê ew e ku Kurdistana Bakur zerermende û Tirkiyê sûdmende.” Demhat Egîd tekez kir ku, mebesta wan ji rêgirtinê li pêşiya boriya gaza Kurdistanê, ew e ku divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê fişarê li Tirkiyê bike jibo çareser kirina pirsgirêka Kurd li Tikriyê bike û got: “Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Rojava dorpêç dike, em jî rê nadin ku boriya gaza kurdistanê biçe Tirkiyê.” Ev yek di demekê de ye ku petrola Herêma Kurdistanê jêderê serekî ye jibo dahat ahikûmrt û xelkê Herêma Kurdistanê, li gorî pisporên abûrî daxsitina boriya gaza sirûştî ya Herêma Kurdistanê girtina derî ye li ber çareser kirina qeyrana darayî ya Herêma Kurdistanê ye. Basnews
Pêş
03/11/2024
Li Wanê êrîşa çekdarî: 2 mirî, 2 birîndar
03/11/2024
Li Meletyê erdhej
Balkêş e ?
Close - Bapîrê min PDK ava kir!01/11/2024