Em li benda tewsiye û şîretên wezareta petrola Îraqê nabin
Piştî roja îniya çûyî kompaniya (RWE) ya Elmaniyayê bi hikûmeta herêma Kurdistanê ra, di warê geşepêdan û guhastina gaza xwezayîya herêma Kurdistanê bo navxwe û bi rêya pirojeyê NABUCCO bo derve, peymaneke hevkariyê îmza kirî, wezareta patrola hikûmeta Bexdayê di daxuyaniyekê de ew peymana hikûmeta herêma Kurdistanê bi RWE ra bi neqanûnî wesif kir û li dij derket.
Di bersiva daxuyaniya wezareta patrolê ya hikûmeta Îraqê de, Felah Mistefa serokê fermangeha têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê got:
– Em li benda tewsiye û şîretên wezareteke bê berhem û neseketî weke wezareta patrola Îraqê nabin. Di çend salên borî de wê wezaretê bi miliyonan dolaran ziyan gihandiye milkê gelên Îraqê û biçûktirîn xizmet di warê kareba û enerjiyê de negihandiya îraqiyan.
– Em dê li ser wê siyaseta serketiya hikûmeta herêma Kurdistanê, li gor wê hindava kabîneya pêncê dest pê kirî, berdewam bin. Me kariye karebê û berhemên niftê li herêma Kurdistanê bo gelê kurd dabîn bikin û êdî li hêviya hikûmeta Îraq nemînin. Tevî vê jî me Kurdistan aniye ser nexşeya dabînkirina enerjiyê li cîhanê.
– Em dipirsin; gelo her du wezaretên kareb û patrolê yên Îraqê ji sedemê wê siyaseta şaş çi berhem ji bo gelên Îraqê hebûye? Wezaret nekariye fêdey ji samanê mezinê berdestê xwe werbigire û di berjewendiya gelên Îraqê de bikarbîne. Me hemûyan rewşa karebê û enerjiyê li deverên din yên Îraqê bi çavên xwe dît. Bi dîtina me ew daxuyaniyên wezareta patrola Îraqê li hember kontiraktên patrol û gazê yên herêma Kurdistanê, bi tenê ji bo veşartina şikestinên û rawestandina wê pêşveşûn û seketinên herêma Kurdistanê ye.
– Em dê li ser pêngavên xwe berdewam bin û em piştrastin ku kontiraktên me qanûnî û destûrî ne. Ji ber ku li gor destûra welêt û qanûna patrol û gazê ya herêma Kurdistanê hatine îmza kirin.
Misteva di berdewamiya daxuyaniya xwe de got ku ew tekîdê li ser hebûna qanûna patrol û gazê ya Îraqê dikin ji bo çareserkirina wan pirsên teknîkîyên dikevine rêya geşepêdan û hinartina patrol û gazê li herêma Kurdistanê.
Serokê fermengeha têkeliyên derve got ku hikûmeta herêma Kurdistanê dahatiyê patrol û gazê ji bo xizîneya hikûmeta federal ku bi awayekî adil li ser hemû deverên Îraqê de bê dabeş kirin, dişîne.
Di dawiya daxiyaniya xwe de Felah Mistefa serokê ofîsa peywendiyên derve got ku hikûmeta herêma Kurdistanê pabendbûna xwe bi destûra Îraq federal ve dupat dike û Îraq welatekî federel e û hikûmeta nawendî desthilateke mutleq nîne, lê dahatî û desthilat bi ser herêman de tê dabeş kirin, û ” Her eve ku welêr be bi serketinê dibe, nek siyaseta dijatîkirinê.”