Qaddafî ji ber 2. salvegera  Peymana Dostani ya Lîbyayê li Romayê bû û di axaftina xwe de got : Divê Îslam bibe ola hemî Ewropa  û gava yekemîn jî digel endamtiya Tirkiye yê bibe.

Muammer Qaddafî doh bi danê nîvro digel 2 balafirên xwe yê taybet li Romayê bû. Ji bo pîrozbahiyê jî di nava 2 balafirên dî  de jî 30 hespên esil ya Ereba hebû .

Qaddafî li Akedemiya Libyayê de qonferansek da û di gotara xwe de  bang ji hemî gohdervanan kir û wan daweta Îslamiyetê kir.

Li ber Qaddafî 3 keçik bûn Misilman

Qonferans ji çapemeniyê re girtî bû û piştî qonferansê beşdervan agahî dan çapemeniyê re û gotin : 3 Keçik li ber serokê Lîbya Misilman bûn û Qaddafî jî Quranî Kerîm diyari kir.

Qaddafî berdewamiya gotara xwe de got : Ez we hemiya banga Îslamê dikim. Hz Muhammed pexemberê herî dawiye û divê Îslam bibe ola hemî Ewropa . Gava yekemîn jî digel endamtiya Tirkiyeyê  bibe.

Qaddafî bi tundî hate şermezarkirin

Senatorê Partiya Yekitiya Bakur ( PYB ) Piergiorgio Stiffoni nerazîbûna xwe nîşan da û di axaftina xwe de got : İslam dixwaze fetih bike ne ku  nêzîkatiya dostanî yan aşitiye.

Parlementara ( PYB ) Mario Borghezio jî : Qaddafî dixwaze hemî Ewropa bike Misilman ew jî xeteriyek gelek mezine.

Ji ber meha Remezanê serokê Îtalyayê Berlusconî jî xwarinê fitarê bide ji Qaddafiyê re.

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: