Polîtîk

Allawî îro li Hewlêr e

Serokê Lîstî El-İraqiya  Îyad Allawî ku di hilbijartinê Îraqê de yekemîn derket  dihête Hewlêr û li derbarê pêkanîna Hikumeta nû ya İraqê digel serokê Herêmî Kurdistan guftûgo bikin.

Ji ber vê yekê sekreterî rojnamevanî serokî herêm’ Faysal Deba’ ji bo  ajansa Nûçeya peyamnêr ragihand: Îro duşembe serokê Listî El-İraqiye  Êyad Allawî bigihêje paytaxt Hewlêr û digel serokê herêm Mesud Barzanî bicivîn.

Serokê rojnamevanî herêm ragihand : Kombûna Serok Barzanî û Allawî li ser pirsgirêka pêknehatina  hikûmeta nû ye .

Ji aliyêkî dî de jî berdevkê Listî El-İraqiye Heyder Mula  ev nûçeyê pesend kir û ragihand: Serdana Allawî ji bo pêkhatina Hikumeta nû gelek girînge.

Back to top button