Polîtîk

Ji HAK-PAR ê civîna ‘’Erê’’

Serokê Giştiyê Hak-Par Bayram Bozyel : Divê em bizanin bi keda milletê Kurd , pakêta guhertin îro di rojevê de ye.

Civîn doh li Otela Prestige de û  ji aliyê rêkxistina Hak-Par a  bajarê Amedê ve hat li darxistin . Di civînê de serokê Hak-Par Bozyel balkişand ser gûhertinê û got : Îro gûhertin li rojevê de ye û divê em jî piştgiriya xwe bidin û ji vê guhertinê re xwedî derkevin.

Di cîvînê de endam û berdevkên rêkxistinên wekî Tevgera Demoqratên Şoreşger a Kurd , Lêgerîna Kurdên Demoqrat , Gruba Diyaloga Dîcle û Firat û TewKurd beşdar bûn.

Di destpêka axaftinê de Serokê Hak-Parê bajarê Amed Arif Sevinç balkişand li ser pêvajoyê û got : Şert û mercên pêvajoyê her çi qas dijwar bibe jî em dîsa xebatên xwe didomînin û şerekî giran di navbera kesên mîlîtarîst statukoperest û demoqratan de heye . Du rê li pêşiya me de  hene  yek berdewamiya rejima Kemalist û ê dî  jî destpêkirina  zemîna çareserkirina pirsgirêka Kurd.

Serokê Giştiyê Hak-Par Bayram Bozyel jî got : Pêvajoya guhertinê ya li Tirkiyê ne bi xêra AKP ye. Rewşa ku em tê de ne di serî de serkeftinê têkoşîna sed saliyê  xelkê Kurd e .Êdî Tirkiye fahm kir ku  nikare bi fikrên nijadperest û şovênê re bigihîje cihekî û divê emê bixebitin ku ev guhertin firehtir bibe.

Back to top button