CivakRojev

Em li Ala xwe xwedî derkevin…!

Îro roja Ala Kurdistanê ye, gelek aliyên siyasî û dezgehên Kurdistanê vê roja girîng û ji bo Kurda bi wate  pîroz dikin û hestên xwe di derbarê vê roja pîroz de didin kifşkirin.

Wek her bûyerekî dive behsa vê roja girîng jî bê kirin û helwesta hinek aliyên siyasî di derbarê Ala Kurdistanê de jî bê rexnekirin. Gelek cara dema em bi minasebetekî pîrozbahiya dikin, pêwiste ku, aliyên van rojên giring qebûl nakin  jî bi berfirehî bêne tazi kirin daku rûyê wan yê rast derkeve hole.

Ala Kurdistanê ne Ala Tu aliyekî ye. Ew Ala Kurdistanê ye. Navê wê li ser e. Sembola neteweyiye. Wek her miletekî Kurd jî bi ala xwe serbilindin. Di roja me de Ala Kurdistanê li başûrê Kurdistanê li ser hemû dam û dezgehên herêma Kurdistanê de bilind e. Desthilatdariya herêma Kurdistanê vê rojê bi awayek fermi pîroz dike. Herweha li beşên din yên Kurdistanê gelek Partiyên siyasî û hinek dezgehên sivîl jî, vê alê wek sembola netewî dibînin û li qasê ku dikarin Ala Kurdistanê bilind dikin û lê xwedî derdikevin.

Ya herî balkêş ewe ku, rojavayê Kurdistanê ku di bin desthilatdariya Rêveberiya Xweser de ye, yanî di bin desthilatdariya siyaseta PKKê de ye. Ala Kurdistanê li ser tu awahiyên reveberiyê bilind nakin û ji xwe Ala Kurdistanê nasnakin. Bi awayek din Ala Kurdistanê li rojavayê Kurdistanê di desthilatdariya PKKê de qedexeye. Gelo ev rûreşîya siyasî bi çi awayî tê îzah kirin.

Gelek cara Ala Kurdistanê ji aliyê çeteyên çekdarên PKKê ve li rojavayê Kurdistanê hatiye şewitandin. Yanî sivikatiya welatên dagirker li himber Ala Kurdistanê dikin PKK bi xwe jî dike.

Ji bo vê dema mirov wek Kurd li Ala xwe wek sembola netewî xwedî derdikeve, pêwiste siyaseta bi navê Kurda li dijitiya Alê dike jî bi tundî bê mehkum kirin.

Roja Ala Kurdistanê li hemû Kurdistaniyan pîroz be….

Karmendên Rojevakurd

Back to top button