Seval Mert Seroka PAK-Ewropa, nameyek bi zimanê Ingilîzî, Spanî û Kurdî ji bo Papa rêkir.
Ev deqê nameya Seval Mert e:
Serpîskoposê Romaya Katolîk,
Papayê berz û evdê evdên Xwedayî, Franciskus!
Em Kurdên dîasporay pir kêfxweş û gelek razîne ku serokê Dêra Katolîk, cenabê we ku, wekî Papayê gel û Papayê belengazan têne binavkirin, wê serdana Kurdistanê bike û bi serokên wî welatî re bicive.
Papayê mezin, Xelkê kurd bi salane bûne qurbanên terora xedar. Moralake mezin dide vî miletî gava hûn guhdarîya êş û kûlên wan dikin. Ew terora ku miletê kurd pê re rû bi rû mane, ezîyet kişandine dê ev serdana we ji wan re bibe piştevanîyeke derûnî.
Em kurdên li asta Ewrûpa de dijîn dixwazin spasdariya xwe ji bo vî serdana cenabê we ya ku li Kurdistanê bû dikin û em dixwazin bi vê mesajê diyar bikin û bêjin hûn bi xêr hatin Kurdistanê!
Seval Mert
Seroka
PAK-Ewropa