Polîtîk

Em ji tehdîtên Erdogan natirsin

Li Tirkiye demek e behsa damezirandina partiyên nû tê kirin. Ev partî ji aliyên damezer û berpirsên bilind yên AKPê yên berê têne damezirandin. Yek ji wan jî serokwezîr û wezîrê derve yê berê Ahmet Davutoglu ye.

Di civînekî de Erdogan bi tundî behsa kesayetên ku partiyên nû damezirînin kir. Erdogan axavtina xwe de got: Ewên ku hewldidin partiyek nû damezirînin, ew xiyanetê dikin. Herweha erdogan da xûyakirin ku, ewên xiyanetê bikin, dê bedelê wê jî bidin. Bi awayek Erdogan tehdîtek li wan kir.

Bersiva Erdogan nedan, lê ji parlementerek berê û cigirê serokê AKPê yê berê ku li tenişta Davutoglu disekine bersiva Erdogan da. Parlementerê AKPê yê berê Selçuk Ozdag bersiva Erdogan dide û sîstema ku îro Erdogan rêve dibê rexne dike.

Herweha Ozdag li Davutoglu xwedî derdikeve û wî diparêze.
Ozdag dibêje: Natveroka dezgehan hate valekirin, dadwerî bû wek dezgehêk siyasî, Serokkomarî temsila Milet dike lê niha bûye wek dezgehek yê AKPê.Li cîhanê de sîstemek vî awayî tuneye.Eger mirov vê yekê wek sîstema serokatîyê bi nav bike, ew dibe heqaret li welatên ku bi vê sîstemê têne rêvebirin.

Berdwama axavtina xwe de Ozdag got: Davutoglu her demî girêdayê, Milet û dewletê bû, li gora prensiba siyaset dikira.Kesayetek gelek pakij bû.AKP dengên herî bilind di dema wî de destve anî. Bi awayek bê ehlaqî ji serokwezîrîyê hate dûrxistin.Neheqî lê hate kirin. Lê ji bo partî zererê nebîne bi salan bê deng ma. Di AKPê de ji bilî kesekî, hinek din îtibarê bibînin ew wek tehlûke têne dîtin. Divê di siyasetê de hêdî zimanê şer û tehdîta xilas bibe.Emê destê xwe ji bo bikaribin hemû Tirkiyeyê hemêz bikin vekin. Eger tundî û tujî nebê emê azadiya hemû raman û dîtinan biparêzin.

Li himber tehdîtên Erdogan Ozdag dibêje: Me jiyanek di nava tehdît û nexweşiyê de derbas kiriye.Tehdit me natirsîne, lê me behtir mutîve dike. Ji bo damezirandina partiyan kesek nabe xayîn. Eger di siyaseta roja me de xeletî hebe, divê rêyên din bêne dîtin.Ez naxwazim bê wefatiyê bikim, heyne dê bersiva min ji gotina xiyanetê re bi awayek din bûya.

Back to top button