Em jî dixwazin herin Îmralî

Murat Karayilan dixwaze pêvajoya devjêberdana çekan li leztir rêve herê. Ji bo vê jî dixwaze serdana Îmralî bikin.

Di vê derbarê de Karayilan daxuyaniyan dide medya biyanî û behsa çûyîna heyetekî ji Qendilê dike.

Di derbarê pêvajoyê û hevdîtinên li gel Ocalan Karayilan dibêje:

Komisyona akilmendan kemasî lê hebin jî hate damezirandin. Ji bo komisyona lêkolinê teklîf çû parlementoyê. Em naxwazin astenga di pêvajoyê de peyda bikin.

Em dixwazin pêvajoyê pêşve bibin. Lê gelek wext digre dema  em û Îmralî pêwendiyê li gel hevudin datînin. Ji bo herin serdana Ocalan, serî li wezereta Dadê didin.Wezaret vê daxwaziyê rêdike serokweziriyê. Eger destûr ji serokwezîriyê derkeve heyet diçe Îmralî. Piştre jî ew heyet tê ba me.

Dema em dîtinên xwe ji heyeta PDPê re dibêjin, cardin ew prosedura direz tê rojevê. Ji bo nameya me jî bighe Îmralî izna serokwezîriyê lazim e.

Ji bo pêvajo bi leztir rêve herê, bila heyetek ji me jî bikaribe herê Îmralîi gel Ocalan hevdîtinê bike.

Nêrînek

  1. Le min bibaxsînin însan carnan siyasetek PKK dimesîne qet jê tistekî fehm nake, yêk ez dixwazim bejim; wekî teye zanînin ji demeke virda BDP terê Îmrali yê û vê Ocalan ran dîtine dike û BDP jî siyaseta xwe li goriyê daxwaziyê Qandil'ê dimesîne. Ji bo we jî PKK ji Qandil'ê da mesajên xwe tide BDP û BDP jî mesajên PKK tide Îmrali'ye û mesajêk Ocalan jî dayî wana, ewana jî wê mesaja Ocalan dighînine Qandil'ê. Ew tistêl ez dibijim hemû eskereye û kesek nikarê we înkar bike. Nizanim cima careke din PKK dixwaze ewana jî ji Qandil'ê dan herên vê Ocalan ran dîtineke bikin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: