Cîhan

Em ji bo parastina destkeftiyên xwe li Surî dixebitin!

 Wezareta Derve ya Amerîkayê daxûyakirin ku, ligel Tirkiye û hevpeymanên xwe yên din li Sûriyê kar dikin ji bo parastina wan destkeftên di şerê dijî DAIŞê de li wî welatî hatine bidestxistin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price li Washingtonê di civîna çapemeniyê ya heftane de, derbarê rewşa niha ya navxwe ya Sûriyê û vegerandina penaberên Sûrî ji Tirkiyê de got: Washington girîngiyê dide wê rola Tirkiyê ya hevkarîkirin û dabînkirina stargeheke aram bo wê hejmara zêde ya Sûriyeyiyên ku neçar bûn ji navçeyên xwe koçber bibin. Em pêşwaziyê li wan hemû karan dikin ku Tirkiyê kirine di mijarên mirovî de ku welatên din ên navçeyê di wî warî de pêşkêş kirine.”

Derbarê rewşa emnî û aramî ya Sûriyê de jî, Ned Price got: “Bê guman hêj çendîn metirsî li ser Sûriyê hene. Lewra em berdewam in û ji nêzîk ve ligel Tirkiye û herwiha ligel hevbeşên xwe yên din kar dikin daku piştrast bibin ku wan destkeftên me kariye di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî de bo jinavbirina DAIŞê, di van salên dawî de jî bi taybetî wan destkeftên li dijî DAIŞê hatine bidestxistin biparêzin, ew destkeft berevajî nebin û piştrast bin ji wêya di siberojê de Sûriyeyî bikarin vegerin warê xwe.”

Back to top button