Em ji bo hemû cîhanê şerê DAÎŞê dikin

HEVPEYVÎN

Asli Aydintaşbaş

 

Li herêma Bakurê Iraqê navê bi hêz û balkêş serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, piştî êrîşên DAÎşê hevpeyvîna xwe ya yekem li gel Milliyetê kir.

Dema par ez hatîm Erbîlê di nava avahiyên bilind, otelên 5 stêr û  nawendên kirîn-firotinê yên mezin de, min li gel kijan berpirsên kurd xeberdayî digotin“ Emê nezîk wek Dubaî lê werin“

Salek çikas demek dirêje! Piştî salekî herêma Kurdistana Iraqê bû cihek ku 1100 km sinor li gel DAÎŞ peyda bû.Kolanên vale, bazirganên biyanî xwe dan aliyekî, otel ji peyamnêrên cengî û nûnêren dezgehên arikariyê tejî bûn. Herêm bû wek heremek bi tirs.

Li vê herêmê navê herî krîtik serokwezîr Nêçîrvan Barzanî. Di nava gel de wek “ Nêçîrvan“ tê bi navkirin. Giraniya mamê wî Mesud Barzanî ya sembolîk li aliyekî, li Kurdistanê roj bi roj dibê navê ku welat îdare dike û yê pêwendiyên derve rêve dibe.

Di deh salan de li gel serokkomarê Tirkiye Tayyib Erdogan pêwendiyek li ser bingehê baweriyê avakir. Ji firotina petrolê heta pêvajoya çareseriyê li gel PKK, pêwendiyên ku pêşeroja Tirkiye û Kurdistanê bi hevre li ser dostaniyê bi awayek stratejik hatin avakirin.

Lê dema min li Hewlêr li ofîsa serokwezîrîyê serdanan Barzanî kir, bingehê babetê me yê hevdîtinê bû pirsa DAÎŞê. Ew bela ku heta 22 km nêzikî Hewlêr bûyî.

Ew Nêçîrvan Barzaniyê ku medya cîhanê hemû li duv dibeze, bi rêya Milliyetê daxuyaniyen gelek girîng dan Raya giştî ya Tirkiye û cîhanê.

Asli Aydintaşbaş

Aslı Aydıntaşbaş : DAÎŞ demekî gelek nêzikî Hewlêr bû. Li eniya şer rewşa dawî çîye?

Nêçîrvan Barzanî: Dema Musil vegirtîn gelek çekên pêşketî û pere destxistin. Ev ji bo DAÎŞ bo sedemê moralek mezin. Me hewdît ku li gel DAÎŞ 1100 km sinorê me çebûye. Insan dizanin ku DAÎŞ rêxistineke. Lê di bingehê xwe de bi imkanên xwe, perwerda xwe ya leşkerî û bi disiplîna xwe wek dewletekî ne.Bi stratejiyek leşkerî, herêmekî bi tundî bombebaran dikin û bi hêzên hindik yê erdî herêmen mezin kontrol dikin.

-Niha we hinekî ew şûnde avêtin.

-Me bi arîkariya hêzên asmanî yên Amerîka DAÎŞ ji gelek cihên ku girtîn derêxistin.

-Ya herî bi xeter  girtina wan ya Mexmur bû?

-Ji bo me erê. Wek din ji bo tevahiya Iraqê jî cihê herî stratejîk bendewa Musilê bû.Me ew jî ji wan şûnve girt.

 -Hat gotin ku ji 10 salan zêdetire pêşmerge hînê rihetiyê bûye.Li dijê DAÎŞê li gora hêviya dihat kirin şer nekiriye û ji hinek herêman zû xwe daye aliyekî. Di vê manê de dersa ku wê jê standî çiye?

– Ez nikarim bêjim hêzên mukemelin û me organîzasyonekî gelek baş heye. Ji ber ku piştî sala 2003ê hêdî baweriyek hebû ku li vê herêmê şer nabe. Me kurdan jî piştî malwêraniya bi salan xwest em welatê xwe ava bikin û jiyanek xweştir ji bo xelkê xwe pêyda bikin.Me bawer kir ku pêvajoyek bi vî awayî despêkiriye. Me bawer nedir ku dê şerek çêbibe. Hêzên pêşmergeyan piranî ji bo asayîşa navxwe ya herêmê bûn. Me we dizaniya ku parastina Iraqê û axa Iraqê karê hukumeta Nawendiye, ne karê pêşmergeye.Lê piştî Musilê belê em vê babetê ji nûve fikirîn. Kifşe ku em li himberê êrîşên ku ji derve bêne kirin ne parastîne û li himber tehdîtên îro û pêşerojê divê em xwe ji nûve organîze bikin. Vê yekê pêwistiya ku em li li himber tehdîdên derve bibin hêzek ku bikaribin dijê hemû tehdîtekî bisekinin û ji nûve xwe bi bihûnin derxist holê.

-Tam jî di vê demê de arîkariya çekên ku ji cîhana nevnetewî  gihatîn we gelekî girîng e. Pêdivîyên we çine?

– Ji bo me ya herî girîng ewe Raya Giştî ya navnetewî bibînin ku em vê tekoşînê ji bo wan didin. Em ji bo we jî şer dikin. Em li eniya şerin. DAÎŞ ne hêzeke ku tenê ji Ereban pêkhatiye. Ji Rojhilat ji Rojava ji her miletekî xelk di nav dene. Wek mînak 500 hemwelatiyên Îngiltere û ewkas jî yên Fransa hene. Dê ev insan vegerin welatên xwe bibin tehdîtek gelek cidî.Ji berî her tiştekî gerek cîhan vê bibîne. Em di eniya şer de tekoşîna vê yekê didin.

– PKK li Şingal û Maxmûrê şerê DAÎŞê kir. Di medya xwe de behsa çêrokên qehremaniya xwe dikin.

-Hindekî zêde dikin. Lê raste. Eger YPG beşek ji PKKê ye raste arîkariya wan çêbû. Na ne beşek ji wan bin arikariya kurdên Suriye û ya YPGê çêbû. Arîkariya wan girîng bû.Taybetî li Kampa Maxmûrê. Yên li kampê diman parastina kampê hildan ser milên xwe.

-Ev şerê li dijê DAÎŞê ji bo PKKê qada navnetewî de meşrutiyekekî peyda nake?

– Rewşa PKKê biçekî tevlîheve.Di encam de pirsgirêkekî ya PKKê li gel Tirkiye heye.Em dixwazin ev pirs bi awayek demokratik û aşitiyane çareser bibe.Bê guman di nava sinorê Tirkiye de.Pirsa Tirkiye di nava sinorê Tirkiye de û pirsa Suriye jî di nava sinorê Suriye de divê bê çareserkirin.

 -Ez di lîsta dewletên ku arikariya we dikin de Tirkiye nabînim. Hun arîkariyê digrin?

– Ji Tirkiye arikariya insanî tê. Hêviyên me mestir bûn.Ez nikarim bêjim têrê dike.Lê em dizanin ku pirsgirêka rehîneyan ji bo Tirkiye çikasî girîng e. Em vê yekê tê digihin. Cardin jî ew tehdîta stratejîk ku DAÎŞ temsîla wê dike, divê li Tirkiye sivik neyê dîtin.Arîkarî hat kirin, lê heviyen me mestirbûn.

– Di nava burokrasiya ewlehiyê de gelek hene ku dibêjin em tevlî pirsa DAÎŞê nebin.Dîtina ku em têkil wan nebin ew jî têkil me nabin serdeste.

– Ji xwe tişta ku ez behsê dikim ev bi xwe ye.Tu kes nikare ji vê birevê. Divê herkes gelek bi hesas û awayek stratejîk li vê pirsê binêre. Dema DAÎŞ xwe bi wê hêzê de bibînê ku dikare eniyek din ya şer vekê,dawiyê de wê Tirkiye jî behra xwe ji vê yekê bistîne. Serokê wan Bexdadî , îdia dike ku ew xelîfê hemû misilmanaye. Nexşe gelekî zelale. Tirkiye jî di nava vê nexşeyê de ye. DAÎŞ ji bo istikrara hemû herêmê tehdîde.Yek rê heye ku mirov bikaribe rêxistinên terorîst. Ew jî li dijê wan şerkirine. DAÎŞne tenê ji bo me tehdîd e. Ji bo Tirkiye, Libnan, Suudî Erebistan û ji bo me hemûyan tehdîd e. Divê li hemû herêmê zeminek û têgihandinek hevbeş hebê.

-Rewşa dawî ya rehîneyên (Girtiyên) Me çîye?

-Şêva ku bûyera Musilê bûyî ez çend caran li gel rêzdar Davutoglu axivîm. Ji me daxwaz kir ku em hay ji wan hebin. Ez du caran li konsulusê we geriyam û min jê pirsî, em dikarin ji bo we çi bikin.Min teklîf kir ku em wan ji Musilê derêxin.Lê Konsulus gote min rewşa wan başe û ne muhtacê arîkariyê ne.Rastî em gelekî ecebgritî bûn.  Ez bawerim  konsolos di nirxandina rewşê de xeletiyek kir. Wekî ku me dizaniya ew li cihekî rojavayê Dicle li bajêr de aliyê Kurdan de digirtan, lê ji wê derê birin cihekî din.

Nêçîrvan Barzanî ji bo çareseriya pêvajoyê li Tirkiye gel PKKê rolek gelek hesas leyizt. Rolek welê leyiztiye ku em nikarin xeyal bikin. Pêvajo di 3 xalan de nirxand.


-Eger di raya Giştî te neyê zanîn jî em dizanin ku ji bo çareseriya pêvajoya aşitiyê li Tirkiye gelek arîkariya we çêbû. Pêvajo çewe diçe?

– Li gora me çareseriya di pêşerojê de ewe ku Kurd û Tirk vê meselê li Tirkiye çareser bikin. Bê guman ne hesaniye.Ji îro heta sibehî çênabe.Lê ya giring ewe ku mirov armancekî deynê pêşiya xwe û ji bo gihandina wê armacê nexşerêyekê kifş bike. Nabê mirov bi tektîk hereket bike. Tecrûba min ya li gel serokkomar rêzdar Erdogan re, min dît ku bi tektikî hereket nake. Armanca wî rastî jî çareseriye.
Lê divê em realîst bin.Ji berî her tiştekî divê ciwat ji vê yekê re amadebe.Piştî Erdogan bû serokkomar, ez hêvî dikim ku ji bo berjewendiyên herkesekî ji bo çareseriyek dostane vê pêvajoyê pêşvetir bibe. Belê divê hinek gavên bi cesaret û mezin bêne avêtin.

-Çi mesele? Tê gotin ku di pêvajoya aşitiyê de, gava werê dê PKK xwe ji Tirkiye şûnve vekişîne. Ev raste?

– Pêvajo ji bo hilbijartina hêdî bû. Mademkî hilbijartin xilas bûn vêca divê gavên bi cesaret bêne avêtin.Dema ku Tirkiye ji PKKê daxwaz kir ku ji dev çakan berdê, ev ne tiştek  realist bû ku bibe.Ev dikarê bibe qonaxek ji pêvajoyê. Lê wek mercek destpêkê çinabûya. Niha gava pêwiste ku bête avêtin muhtemel ewe ku  raste raste izin bê dayin ku pêwendî li gel PKKê çêbibin.


– Navbera Îmralî Qendîlê de?

– Divê 3 alî be. Îmralî, Qendîl û BDP. Bibure navê wan yê nû çibû? HDP. Lê hersê alî jê divê li gel Tirkiye di nav pêwendiyê de bin.

-We kampanya Selahattin Demirtaş şopand? 

– Wek siyasetmedarek gencê kurd xwe da qebul kirin.Em jî memnun bûn ku ji % 10 deng girtin. Kifşe ku ev ne bi tenê dengên kurdan e. Rastî serkeftinek mezine.

-Dibînin ku yek bi yek derdikevin holê û soza ku çakan bidin we didin.

– Em sipasiya wan welatin pişgirî û arîkarî kirîn dikin. Em bi rastî parastin û xwedê lê derketina gurubên wek Êzidîyan û Mesihiyan , û herweha xilaskirina wan bi kuştinê şanaziyê dikin. Di rastiya xwe de DAÎŞ ji bo qirkirina gurubên ne misilman planên mezin kirîbûn.


-Pêdivîyên we çine? Çekên giranin?

-Belê pêdiviya me ji techîzatin leşkerî heye. Mixabin ji sala 2003ê pêde hukumeta Iraqê izin neda ku em tu techîzatek leşkerî ji tu derê dunyayê bikirin. Bexda jî çakan nadê me. Heta maaşê peşmergeyan jî nade. Ji bo vê tevazinek leşkerî di navbera me û DAÎŞê de tuneye.Imkanên destê DAÎŞê û yên pêşmerge nayê mukayesekirin.

-Yanî ji we bi hêztirin.

– Belê. Çekên herî pêşketî yên Emerîkanî di destê wan de hene. Mesele ji leşkerê Iraqê ji bo wan topên 255 mm ku menzila wan gelekê ji wan re man.Wek din Hummer û Hemvee di destê wan de ne. Bombeyên dijê debaban, hinek debabên girîng û çekên din. Ji xwe ez behsa pereyên ku di destê wan de nakim.


Werger ji Rojnama Milliyeta Tirkî ji bo Kurdî:Rojevakurd

 

Nerîna min :