DosyaNivîsar

Em ji bo dewletbûna Kurdistanê bi her awayî û di hemû şert û mercan de piştgiriya Cenabê Serok dikin

Koardinatorê Tevgera Ciwanên Kurdistanê Serhat Mêrdinî bersiva Rojevakurd da û got: Ji xwe pirsek bi vî rengî divê ji Kurdekî neye pirsîn. Ên ku piştgiriya projeya serxwebûnê nekin, bi laşên xwe Kurd bin jî bi hêst û mêjiyên xwe ne Kurd in. PİRS:Devera Rojhilata Naverast ber bi guhertinên mezin diçe û divê demê de serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî xebatên xwe yên ji bo encamdana referandumê û avakirina dewleta serbixwe ya Kurdistanî çir kirine. Gelo helwesta we li hember pirojeyê serokê Kurdistanê, avakirina dewletek serbixwe çiye?  Hûn xebatên serok Barzanî yên ji bo damezrandina dewleta Kurdistanê çewa dinirxînin?” Serhat Mêrdinî Miletê Kurd di nav pêvajoya dîrokê de bi gelek jenosîd, nefîkirin, girtin û hwd. bi gelek nexweşiyan ve rû bi rû ma.Dema em li ser sedemên vê yekê hûr bibin, emê bibînin ku sedema bingehîn tunebûna pergala aborî û leşkerî ya Kurdan, yanî tunebûna dewleta Kurdan e. Têkoşîna netewî/dewletbûnê ev ji du sed salî zêdetir e bênavber didome.Gelek caran asta têkoşînê çi qas bilind bûna jî derfet çênebû ku bigihêje encamê. Carna jî derfet çêbûn lê me wek netewek nekarîbû vê derfetê bi kar bînin. Piştî Peymana Lozanê îro dîsa derfetek çêbûye ku em têkoşîna netewî bigihînin encamê û dewleta xwe ava bikin. Yanî derfet çêbûye ku em rê li ber hemû nexweşiyên ku me li jor rêz kirine bigirin.Loma divê ji xwe hemû Kurd doza serxwebûnê bikin û asta têkoşîna netewî di vê demê de bigihînin asta herî bilind.Di vê çarçoveyê de Serok Barzanî xwedî projeyek e û dixebite û bê nîqaş divê Kurd piştgiriyê bidinê. Ji xwe pirsek bi vî rengî divê ji Kurdekî neye pirsîn. Ên ku piştgiriya projeya serxwebûnê nekin, bi laşên xwe Kurd bin jî bi hêst û mêjiyên xwe ne Kurd in.Serok Barzanî di qada navnetewî û di warê dîplomasiyê de karên gelek girîng dike û Kurdan bi cihanê daye qebûlkirin. Îro gelek dewletên mezin serxwebûna Kurdistanê bi lêv dikin û piştgiriya xwe eşkere dikin. Heta namzetên Serokatiya DYA di propagandayên xwe yên hilbijartinê de her tim qala Kurdan kirin.Ev destekftiyeke mezin a dîplomatík e û em Cenabê Serok di vî warî de pîroz dikin. Lê serkeftinên dîplomatîk û navnetewî çi qas girîngbin jî di vê mijarî de serkeftinên navxweyî girîngtir in. Ji ber ku em ji bo serxwebûnê ne amade bin kes nikare me bi zorê bike dewlet.Serok Barzanî her çi qas di warê dîplomasiyê de serkeftîbe jî di mijarên navxweyî pirsgirêk her berdewam in. Em hêvîdar in Cenabê Serok di mijarên navxweyî de helwesteke tund nîşan bide û rê nede ku cahşên dijminan bi kêfa xwe li Kurdistanê tevlîheviyan derxin. Ger pêşiya cahşan neye girtin ewê pêşiya projeya serxwebûnê bigirin.Ev yek naye qebûlkirin û berpirsyariyeke girîng e. Cenabê Serok îro berpirsyariya dahatuya Kurdan girtiye ser milên xwe û em bawer in ewê erkên vê berpirsyariyê bêkêmasî bi cih bîne. Di vê pêvajoya zîz de em ji bo dewletbûna Kurdistanê bi her awayî û di hemû şert û mercan de piştgiriya Cenabê Serok dikin.  Serhad Mêrdînî

Back to top button