CîhanPolîtîk

Em hêvîdar in êrîşa Amerîkayê li ser Sûriyeyê rêgirîbe li pêşiya bikaranîna çekên kîmyayî

Hukumeta Kurdistanê  di daxuyaniyekê de bikaranîna çekê kîmiyayî li Sûriyeyê şermezar dike û sersaxiyê li malbatên qurbaniyên wê bûyerê dike.Ev li jêr teksta daxuyaniyê:Gelê Kurdistanê gelek derdeserî li ser destê rijêma Basê ya jinavçûyî dîtine û yek ji wan derdeseriyên herî mezin jî, karesata kîmiyabarana Helebce bû ku di nava çend çirkeyan de pênc hezar kes bûn qurbanî. Eger wê demê civaka navdewletî bêdengî nehilbijrtaya  û gavên pêwîst biavêtana, belkî bibûya hokarek  ku ev awayê tawanên nemirovane dubare nebûna ve.Di nav çend rojên borî de me dît ku, li Suûriyeyê çekê kîmiyayî li dijî xelkê sivîl li bajarê Idilbê hat bikaranîn, vê tawanê hemû ew birînên dawiya salên heştiyan ku, derheq bi gelê Kurdistanê hatibûn kirin, anîn bîra me.Em, wê tawanê bi dijwarî şermezar dikin û hevsozî û hevxemiya xwe bi malbatên qurbaniyên wê kiryara nemirovane re parve dikin.Pêwîste civaka navdewletî, ji bona rêgirtin li dubarebûna wan tawanan, helwesteke cidî nîşan bide û em hêvîdar in ew gavên ji bona rêgirtin û bersivdana wan kiryarên nemirovane ku ji aliyê hêzên Amerîkayê ve hatine avêtin, bibe hokarek ku tawanên bi wî awayî dubare nebin ve û di heman demê de jî bi cidî hewil bê dan rêyek ji bo çareseriyeke bineghîn ji bo wan alozî û rewşa tevlîhev, ya  ku Rojhilata Navîn têd e derabs dibe, bên dîtinCivata Wezîrên Herêma Kurdistanê07.04.2017

Back to top button