CîhanPolîtîk

Em Gefa Dewleta Îranê protesto dikin

Em Gefa Dewleta Îranê Protesto DikinDemek e Cumhuriyeta Îslamiya Îranê ji ber kar û çalakiya Pêşmergeyên Kurdistana Rojhilata gund û deşt û çiya û geliyên vê beşê welatê me topbaran dike, bax û baxçe û  zêvî û darîstanan tev ajalan dişewitine.Dewleta dagirkera Îranê qima xwe bi vê yêkê neaniye û gefa Herêma Kurdistanê dixwe û dibêje, “eger pêşiya bizava tekoşerên Kurdistana Rojhilata negrî, ezê êrişa Hewlêr û ciyên dinê bikim.”Em partî û rêxistinên Kurdistana Bakur, piştgiriya xwe xebata rewa ya hêzên welatparêzên Kurdistana  Rojhilatê û li hember gefa dewleta İranê piştgiriya xwe Hêrema Kurdistanê eşkere dikin.Dewleta Îran şuna, ku gund û deşt û çiya û geliyan bide ber topan û gefa Herêma Kurdistanê bixwe, divê rêz li  mafên netewî û demokratîk yên gêlên Îranê bi giştî û gelê Kurd bi taybetî bigre û binase.Em partî û rêxistinên siyasiyên Kurdistana Bakur, daxwaz ji Koma Milletan, dewletên Rojava, dezgeyên mirovî yên navnetewî dikin, ki pêşiya êrîşa dewleta Îranê bigrin, daku gefa Kurdistan Başur nexwe û daristan, bax û baxçeyên welatê me neşewîtine.HAREKETA AZADÎ, PAK, PAKURD, PDK BAKUR, PSK

Back to top button