CivakKultur

Em erkê xwe pêkbînin

BANG LI HEMÛ KURDISTANIYANPêşmergeyên qehreman ji bo parastina Kurdistanê, ji bo parstina me xwe dikin qurbanî. Fidakarî û qehremantiya Pêşmergeyan ku ji bo Kurdistanê, ji bo miletê Kurd dikin bêpîvan e. Em çi jî bikin nikarin heqê wan li wan vegerînin.Her çi qas em nikaribin heqê wan qehremanan li wan vegerînin jî divê em du deynê xwe yên esasî bidin. Yek, lê xwedî derketina doza wan û şopandina rêça wan e. Yek jî bi layiqî wan oxirkirina wan a dawî ye.Dr. Suleyman (Saît Çurukkaya) wê ji Elmanya bibin Hewlêrê. Piştî torena leşkerî ya li başûrê Kurdistanê, wê ji bo definkirinê derbasî bakûrê Kurdistanê gundê Çilkanî ya Bîngolê bikin.Dr. Suleyman fidakarî û qehremantiyên mezin kir. Di taliyê de jî canê xwe fida kir bo Kurdistanê. Niha dora me ye ku em deynê xwe bidin.Divê pêşiyê em wî baş fam bikin û doza wî berdewam bikin. A din jî divê di oxirkirina wî ya dawî de em wî bitenê nehêlin.Roja oxirkirina Dr. Suleyman emê bi Alên Kurdistanê li cem wî bin.Em bangî hemû Kurdistaniyan dikin. Di wê rojê de li wê derê amadebin û deynê xwe bidin. Ev deyn ferzek e li ser stûyên me hemûyan.TEVGERA CIWANÊN KURDISTANÊ01.11.2016

Back to top button