Partiya Azadî û Sosyalîzmê di derbarê êrîşa Tirkiye ya li Çiyayê Şingalê û Karaçox daxûyaniyek ragihand. Daxûyanî:RAYA GİŞTÎ Û ÇAPAMENÎYÊ RA!Em hêrêşê dewletaTirk a di Şengalê û Dêrika Hemkoyê şermezar dikin!Balafirên şerê Tirkan , li herema Şengalê û Dêrika Hemkoyê bombebaran kir. Divê hêrêşê de pênç pêşmerge jîyana xwe dest da û neh kes jî birîndarbûne. Di eynî hêrêşê da, ji HBŞ û YPG ê da jî bi dehan kes jîyana xwe dest dane û gor agahîyan pir kes jî birîndar bûne. Bi Pêşane vê şerê da ew şervanên ku jiyana xwe dest dane, jibo wan em diben serê gelê me saxbe. Jibo birîndaran şifa daxwaz dikin.Ana gelê me, sîyaseta me û herî girîng, Pêşmerge û YPG divê vê hêrêşa ku li ser Şengalê û Dêrika Hemkoyê bûye, hember vê hêrêşê berxwedana hevbeş pêkbînin. Di vê pêvajoyê da dev ji gengeşîya PDK û PKK berdin, hember hêrêşê bihevra berxwebidin. Hêvî dikin yek mûsîbetî ji hezar nesîhetê baştir be. Ev hêrêşa artêşa Tirk bibe sebeba, şervanê Kurd û hêzên sivîl sînorên metîngehan derbazbikin û jibo hevbeşîyamezin ava bibe.Banga me ji gelên Tirkyeyêra jî heye. Îro dema azmûna biratîye, ev roja girîng da, hember hêrêşa dewleta Tirk, destkeftîyên gelê Kurd bıparêzên. Hem hundirda hem jî derveyê sînorda hêrêşkarbûna rejîma Tirkra bijin bisekine!Kurd îro li hember DAİŞ ê da, hem li Başûrê hem jî di Rojavayê Kurdîstanê de jî, ji mûtefîkên qoalsîyonê Rojavanin. Jibo vêyekê divê ew hêzên qoalsîyonê bideng nemînin. Em bang a helwestgirtênê dikin.25.04.2017Partiya Azadî û Sosyalîzmê