Polîtîk

Em dixwazin bi rêya diyalogê pirsgirêkên bi Tirkiyê re çareser bikin

FermandarêHSD Mezlûm_Ebdî konferansek çapemeniyê li darxist.

Ebdî di konferansê de behsa van xalên sereke kir:

Mazlum Ebdî got:
– Du mehan me dizanibû ku wê çi bibe, me tedbîrên xwe girt û em amade bûn
– Lewazbûn û vekişîna hêzên hikûmeta Şamê ji nişka ve bû û Tirkiyê sûd jê wergirt û deverên zêdetir dagîr kir.
– Bi hemahengiya bi koalîsyonê re, lihevkirinek hat kirin ku di wê demê de me hejmareke mezin ji gelê xwe ji Til Rifat û Şehba derxistin.
– Ger tu astengî dernekeve, gelê me yê mayî di Til Rifat û Şehbayê de asê mane wê derkevin.
– Em dixwazin bi rêya diyalogê pirsgirêkên bi Tirkiyê re çareser bibin û metirsî li ser parêzgeha Minbicê heye û em amade ne ku gelê xwe biparêzin.
– DAIŞ ji van êrîşan li biyabana Sûriyê sûd wergirt û piştî vekişîna “rejîmê” hewl dide herêmên nû dagir bike.
– Em bi hemahengiya Rûsya û koalîsyonê ji bo parastina gelê xwe li herêmên rojavayê Firatê yên ji aliyê DAIŞ’ê ve tên tehdîdkirin dixebitin.
– Em piştgiriya çareseriya siyasî dikin, û nebûna nûnerên rasteqîn ên gelê Sûriyê hemû rêyên siyasî têk biriye.
– Em piştgiriyê didin biryara 2254 û divê gelê me di qonaxa pêş de bi çareseriyeke siyasî bibe xwedî temsîl.
– Li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bi Tehrîr el-Şam re gotûbêj hene, lê ti pevçûn rû nedan.
– Em ê ji bo parastina herêmên xwe her tiştî bikin û ji bo vê yekê bi Amerîka, Rûsya û koalîsyonê re hevahengiyê bikin.
– Dibe ku Şam ji ber geşedanên dawî serî li peymanên navneteweyî bide û nikare wan red bike
– Em neçar in ku rewşa herêma rojavayê Firatê bişopînin û bi hemahengiya Rûsya û hevpeymaniyê em ê wê biparêzin.
– Tirkiye îddîa dike ku em ji bo berfirehkirina rewşê bi kar tînin û ev ne rast e û ya ku me eleqedar dike parastina herêmên xwe ye.
– Em dizanin ku yê van êrîşan bi rê ve dibe Tirkiye ye.

Back to top button