Polîtîk

Em di tûnelekê de ne ku dawiya wê ya ronahî dibînin

Serokwezîrê  Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragehand, rewşa aboriya Kurdistanê ber bi başbûnê ve çûye û dixwazin di demek nêzîk de paşketin û nîv mûçe bi temamî nehêlin. Herwaha destpê kirina projeyan jî li herêma Kurdistanê ragehand.Nêçîrvan Barzanî di vekirina projeya çêkirina du xetiya cadeya bajarokê Berdereşê de ragehand, destpê kirina projeya çêkirina cadeya Rovyan – Gopal a ji aliyê parêzgeha Duhokê ve serpereştiya wê tê kirin û 80 milyon dolar jê re hatiye veqetandin.Herwaha got: ‘’Ev devere malbenda pêgehandina bi hezaran xebatkare û berê jî ev navçeyane ji aliyê rejîma berê ve hatibû piştguh kirin. Hikûmeta herêma Kurdistanê projeyên cuda cuda li vê deverê pêkanîn. Lê herçend li gor daxwaz û pêwîstiyê nebe jî, ev projeyene dê bibin destpêka projeyên zêdetir bo deverê. Hikûmet plana wê heye ku wan navçeyane pêşbixe. Herwaha di plana me de heye di projeyên vê deverê de, hikûmet û şîrket zêdetir sûd ji şiyana navçeyê verbigrin.’’Barzanî ragehand, dawî hatina DAIŞê re naha heta astekê hemahengiyek di navber Hewlêr û Bexdayê de ava bûye. Û got: ‘’Ji ber şerê DAIŞê û xercên şer û hatina 2 milyon koçber û penaberan bo herêma Kurdistanê, birîna budceyê Kurdistanê û daketina nirxê neftê, bû sedem ku hikûmet bikeve rewşeke xirap, ku tenê xizmetên serekî nerawestin û aramî û jiyana xelkê em dabîn bikin. Ji ber wê proje bi temamî rawestan.Dawiyê de jî got: ‘’Em di tûnelekê de ne ku me dawiya wê ya ronahî dibînin. Ev ronahî jî bi dest nedihat, eger fermanberên me xwedî têgeheştin neban. Ew hemû deme bê mûçe û bi rewşeke xirab ve jî berxwedan û ez spasiya we hemûyan dikim.’’ 

Back to top button