Polîtîk

Em dev ji navê Kurdistanê bernadin

Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê ji bo qebûlnekirina nave Kurdistanê û herweha di derbarê pêvajoya avakirina Komeleyê û karanîna nave Kurdistanê daxuyaniyek ji bo çapemeniyê ragihand.

Daxuyanî ji aliyê cîgirê serokê Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê Roger Cager ve hate xwendin.Roger Cager axavtina xwe bi zimanê Kurdî kir.

Medyayê eleqeyek mezin da nîşandan û gelek Rojname û kanalên Televizyonê amadebûn.

Roger di axavtina xwe de got:Çewe ku axa Alman li ser dijîn nave wê Almanyaye, axa ku Yunanî li ser dijîn Yunanistane axa ku em jî li ser dijîn Kurdistane.

Gelek tişt hatine guhertin lê niha jî  dibêjin Kurd hene lê welatê wan tuneye rastiya dîrokî inkar dikin. Me bi nave welatê xwe komeleyek vekiriye. Em dixwazin bi rêya vê komeleyê xebata xwe bi awayek şefaf ,demokratik bikin. Karê ku me kirî hemû li gora destûrêye.

Li gora destûrê tiştek rê li nave Kurdistanê nagire. Lê ew kesên ku yasaya çêdikin bi xwe li gora yasayê hereket nakin.

Di dawiya daxuyaniya xwe de Roger got:Yê li gora qanûnê hereket nake ne emin.Hun yên berpirsiyar bi xwene. Eger hun ji rewşa heyî ne memnunin yasayên xwe biguherin.

Hinek wenê ji daxuyaniya çapemeniyê:

Back to top button