Em deriyê Sêmalka radestî ti hêzekê nakin
General Mazlûm Kobanî ragihand ku hêzên wan dê li deriyê Sêmalka yê di navbera Rojava û Başurê Kurdistanê de bimînin û ew wê deverê radestî ti hêzeke din nakin. Fermandarê HSDê herwiha spasiyên xwe pêşkêşî Herêma Kurdistanê û Serok Barzanî kirin.
Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî di konferanseke rojnamavaniyê de li ser êrişa Tirkiyê û grûpên çekdarên Artêşa Azad, rêkevtinên di navbera Amerîka, Tirkiye û Rûsyayê derbarê Rojava de û herwiha dawîn pêşhatên li herêmê axivî.
General Mazlûm Kobanî got ku ew rêkevtina Rûsya û Tirkiyê red nakin , lê hevdîtinên wan ên li gel Rûsyayê berdewam dikin. Kobanî dibêje heta niha tenê agirbest qebûlkirine û ew bendên din qebûl nekirine.
Mazlûm Kobanî ragihand ku hêzên wan dê li deriyê Sêmalka yê di navbera Rojava û Başurê Kurdistanê de bimînin û ew wê deverê radestî ti hêzeke din nakin.
Mazlûm Kobanî da xûyakirin ku grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve agirbestê binpê dikin û bang li welatên garantor jî kir ku bi erkên xwe rabin.
General Mazlûm Kobanî derbarê helwesta Amerîkayê de jî got ku Amerîkayê êrişa Tirkiyê ranewastand lê bi rêya sepandina sizayan bi ser Tirkiyê de êriş da rawestandin û neçar kir ku agirbestê rabigihîne.
Fermandarê HSDê herwiha got ku êrişên Tirkiyê berdewam in û diyar kir, “Êrişên Tirkiyê berdewam in, Amerîka û serok Trump jê berpirsyar in. Têkiliyên me bi Amerîkayê re li rojhilatê Sûriyê berdewam e, em ji wan dixwazin şaştiyên xwe yên berê derbas bikin.”
Derbarê peywendiya telefonî ya li gel Serokê Amerîkayê Donald Trump jî, Mazlûm Kobanî got ku wî spasiyên xwe pêşkêşî wî kirine û ragihand, “Trump teqez kir ku dê hebûna hêzên amerîkî heta demeke dirêj û ne diyar berdewam bike, niha gavên pêş û çawaniya peywendiyên di navbera herdu aliyan de di mijara jinavbirina DAIŞ û şaneyên wê yên veşartî nîqaş dikin.”
Li ser mayîna Amerîkayê herwiha hatina Rûsyayê bo wan deveran jî Mazlûm Kobanî got, “Bi hêzekê tenê aloziya Sûriyê çareser nabe, hebûna Amerîkayê dê bandoreke baş di peydakirina çareseriya siyasî de bike, serok Trump jî ev yek pişrast kir.”
Di dirêjiya axaftina xwe de Fermandarê HSDê aşkere kir ku ji ber êrişên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê nêzikî 400 hezar kes koçber bûne.
Li ser rêkevtina Rûsya û Tirkiyê ya derbarê Rojavayê Kurdistanê de ku berî 2 rojan li Soçiya Rûsyayê di navbera wan herdu welatan de hatibû îmzekirin Mazlûm Kobanî diyar kir ku wan nêrîn û daxwazên xwe derbarê wê rêkevtinê de ji Rûsyayê re ragihandine û got, “Em her deh madeyan qebûl nakin, fikarên me li ser hene ji ber ku li dijî berjewendiyên gelê me ne.”
Derbarê dewriyaya hevbeş de jî Fermandarê HSDê ragihand ku ew dewriye li Kobanî, Minbic û îro jî li Dirbesiyê hatine encam dan û diyar kir, “Mijarên girêdayî gelê me cihê nîqaşê ye, em gelê xwe bê parastin nahêlin.”
Mazlûm Kobanî derbarê rewşa girtîgehên ku çekdarên DAIŞê tê de ne jî aşkere kir ku di encama topbarana Tirkiyê ya li ser girtîgeheke Qamişlo, 5 çekdarên DAIŞê reviyane û lêbelê diyar kir ku ew zîndanên ku çekdarên DAIŞê tê de hemû di bin kontrola HSDê de ne û asayîşa wan tê girtin.
Mazlûm Kobanî tekez jî kir ku ti peywendiya Tirkiyê, Rûsya û rejîmê bi mijara girtiyên DAIŞê û herwiha malbatên wan çekdaran yên di destê DAIŞê de nîne û got ku ew mijar tenê têkildar e bi HSDê û berpirsyariya wan dewletên ku alîkariya HSDê kirine jî qebûl dikin.
Di dewama gotinên xwe de Mazlûm Kobanî amaje bi wê kir ku HSD li gel çareseriya siyasî ye bi mercê ku taybetmendiya HSDê di nav artêşa Sûriyê de hebe.
Fermandarê Giştî yê HSDê tekez jî kir ku ti baweriya wan bi dewleta Tirkiyê nîne, xetere bidawî nebûye û got, “Tirkiye wê êrişên xwe berdewam bike. Êrişa Tirk hîna berdewam e. Pêşeroja gelê me di xeteriyê de ye. Em berdewamiya piştevaniya navdewletî dixwazin ji bo ku bigihijin encameke ku şer bi dawî dike û gelên herêmê diparêze.”
Herwiha Fermandarê HSDê spasiyên xwe pêşkêş kirin û got, “Em spasiya hemû dewletên cîhanê yên ku piştgiriya me kirin û kongrêsên amerîkî ên ku piştevaniya xelkê me kirin, dikin. Em spasiya gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê dikin. Em bang li hêzên siyasî yên Kurdî dikin ji bo ku piştevaniyê bidin HSD û berxwedana wê bikin. Ji ber ku bi hebûna hêzên me derfetên mezin ên serkeftinê hene.”
Mazlûm Kobanî jibilî pêşkêşkirina spasiyên xwe bo hêz û kesayetên navdewletî, spasiyên xwe pêşkêşî Herêma Kurdistanê û Serok Mesûd Barzanî kirin û got, “Ji ber helwesta wan, ez spasiya Rêveberiya Herêma Kurdistanê, Serok Barzanî, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) dikim. Helwesta hêzên Kurdî derbarê Rojava de di vê qonaxê de divê yek be, yekgirtî be. Ji bo parastina Rojava ti pêwîst be divê bê kirin. Herwiha hemû hêzên siyasî yên li Rojavayê Kurdistanê çi Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) û çi jî Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) pêwîst e nakokiyên xwe deynin aliyekê û yekitiyeke siyasî pêk bînin.”