Em binyata herêmekî aşitîxwaz datînin

0
19

Bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, konfrensa neft û gazê,  li bajarê Hewlêrê dest bi kar û çalakiyên xwe kir.

Di konfrensê de ku, ji aliyê wezareta samanên xwezayî  û grupa CWC ve hatibû amade kirin, rêveberê konfrensê behsa giringiya sazkirina konfrensa neft û gazê li Hewlêrê, rewşa neft û gazî li cîhanê û cîyê herêma Kurdistan û Îraqê li ser nexşeyê enerjiya cihanî kir û ew aliyên erênî yên geran û deranîna neftê li herêma Kurdistanê û ew astengiyên di vî warî de têne pêş, dest nîşan kirin.
Di konfrensa neft û gazê de ku, Roj Nurî Şawîs cîgirê serokwezîrê Îraqê, Selahedîn cîgirê wezîrê enerjiyê yê Tirkiyeyê, Aşitî Hewramî wezîrê samanên xwezayî yê herêma Kurdistanê û hijmareke kompaniyên neftê, sefîr, konsul û nûnerên welatên biyanî amade bûn, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê peyvek pêşkeş kir.

 

 

Barzanî di peyva xwe de behsa warê berhemanînan neftê li herêma Kurdistanê kir û got ku, herêma Kurdistanê li ser nexşeya cîhanî a berhemanîna enerjiyê da ye û daxwaz kir ku, qanûna neft û gazê a Îraqê di çarçoveya destûra Îraqê de li parlamentoya Îraqê bê pesind kirin:

– Neft û gaza Kurdistanê dê rêya xwe bo bazarên cîhanê, di çarçoveya wê pilana me danaye, bibîne.

– Di dîroka hevçerxa Îraqê de, bi taybetî di Îraqa serdema dikatatoriyê de, samanên xwezayî û dahatiyê neftê bo kirîna çek û cebilxane û qirkirina hevwelatiyên Îraqê û êrîşkirina ser welatên cîran dihate bikaranîn. Îro hikûmeta herêma Kurdistanê dixwaze, di guhertina wê sîstema şaş de rol bilîzs e. Me biryar daye rê nedîn ku, ew karesatên berê li Îraqê bi ser îraqiyan da hetine careke din dubare bibin.

– Mixabin, Bexda dixwaze hertim pirsa budce û neftê weke karteke fişarê dijî herêma Kurdistanê bikar bîne.

Serokwezîrê Kurdistanê di berdewamiya axavtina xwe de got ku, ew li hember paşeroja herêma Kurdistanê bo binyatdanan herêmeke aşitîxwaz, xweşjiyanî û aboriyeke geş geşbîn in.

Nêrînek

  1. “Em binyata herêmekî aşitîxwaz datînin” çi gotinek xa$.. Mala kekê ava wî..\r\n\r\nDinya jî dizanî war e/wusa ye.! Ji ber vêna jî bilî Îsrayêlê dewlet naxazin, dewletek Kurdî ava bibe..

Nerîna min :