Civak

Em bi yekitiya miletê xwe bersiva êrîşa Hewlêrê bidin

DİVÊ  EM Bİ YEKİTÎYA  MİLETÊ XWE  BERSÎVA ÊRÎŞA HEWLÊRÊ BİDİN

 

Dijminên  miletê  kurd, dijminên  Kurdistanê bi  destên  kirêgirtiyên  El Qîdeyê, li Hewlêra  paytext  êrîşeke  hovane  anîn ser gelê me. Ev  êrîş li dijî serkeftina Dewleta Başûrê Kurdistanê ye, li dijî serbilindiya demokrasiya Kurdistanê ye û li dijî azadiyê, li  dijî pêşketinê ye. Aramî û ewlehiya Başûrê Kurdistana nimûneyek e li Rojhialta Navînê. Ev êrîşa xêrnexwazan, li dijî aramî û bipêşdeketina Kurdistanê ye.

Ew ên ku dixwazin sînorê sebir û baweriya miletê me biceribînin,  ji bîr dikin ku heta niha bi Helebçeyê, bi ênfalê û bi qetliamên hovane miletê me serê xwe netewandiye û wê ji îro pê ve jî netewîne. Ew ê tu kes nikaribin rê li ber azadî û serfirazîya  milletê me bigirin. Ala Kurdistanê bi rûmetî û bi piştgiriya her çar perçeyên Kurdistanê, bi hestên neteweyî dê  li ser axa Kurdistanê biheje. Dewleta Federal ya Başûrê Kurdistanê hêvî, rûmet û serbilindiya me hemû kurdan e. Bi hemû hebûn û baweriya xwe em ê  li gel dewleta xwe bin. Divê hemû hêzên neteweyî yên her çar perçeyan bi awayekî birayetî destê hev bigrin û aramiya Kurdistanê biparêzin; yekitiya xwe çê bikin.Yekitî  berxwedana herî  mezin e ku karibe rê li ber êrîşan bigire.

Em sersaxiyê  ji malbatên şehîdên vê erîşe û ji miletê xwe re  dixwazin. Saxî û sihhetê  ji birîndarên xwe re hêvî dikin.

Bijî kurd û Kurdistan

Bijî Dewleta Ferderal ya Başûrê Kurdistanê

Bijî mafê çarenûsiya miletê kurd

KOMÎSYONA  DÎYALOGÊ  YA Jİ  BO PROJEYEKE  SÎYASΠ YA  NÛ

Back to top button